Malbat dê li meclisê pirsa Gulistan Doku bike

Dayik, bav û xwişka Gulistan Doku li Enqereyê ne. Malbata ku danê sibê çû meclisê, tê payîn ku bi siyasetmedaran re hevdîtinê pêk bîne. Aygul Doku got: "Her der tije polîs in me dixwest ev polîs ji bo Gulistana ku 780 roj in winda ye kom bibin.”

 
Enqere - Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve li Dêrsimê winda bû, hê nehatiye dîtin. Malbata Doku ya ku dipirsê "Gulistan Doku li ku derê ye?" nobeta edaletê ya li Dêrsimê dabû destpêkirin dê li Enqereyê bidomîne.
Dayika Gulistan Doku Bedriye, bavê wê Halît û xwişka mezin Aygul Doku ji Dêrsimê hatin Enqereyê. Malbatê serê sibehê xwest li ber deriyê Meclisê daxuyanî bide. Lê polîsan mudaxele kir û destûrê neda. Malbata Doku bertek nîşanî polîsan da û piştre derbasî meclisê bû. Malbat dê beşdarî komcivînên HDP’ê û CHP’ê bibin. Tê payîn ku malbat bi serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bike.
Daxwaza me avakirina komîsyonê ye” 
Aygul Doku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parve kir: “Her der polîs e me dixwest ev polîs ji bo Gulistana ku 780 roj in di tariyê de ye kom bibin. Ne tenê ji bo malbatek ku dibêje keça me li ku derê ye, dayikek pîr ji Enqereyê re dibêje tenê û tenê keça min bidin. Em ketin meclisê û me ji 600 wekîlan xwest ji bo Gulistanê komîsyona ku ev 2 sal in nehatiye avakirin bê avakirin."