Mala Meryemê ji bo parastina bermahiyên Enfalê hat vekirin

Duh êvarê li bajaroka Rizgarî Mala Meryem a ji bo parastina bermahiyên Enfalê hat vekirin û pênc jinên ji Enfalê rizgar bûn hatin xelatkirin.

Germiyan- Li bajarokê Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelar a Germiyan, bi pêşengiya rêxistinan hevkariya Elmanî Mala Meryem ji bo komkirin û parastina kelûpelên bermahiyên enfalê bi merasîmekê hat vekirin.

Merasîma vekirinê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre seroka rêxistina hevkariya Elman Karîn Mildox axivî û got: “Ev cara yekem e ku bi armanca parastina kelûpelên bermahiyên Enfalê mala Meryem li bajarokê Rizgarî hat vekirin. Daxwaza me ew e ku ew bermahiyên Enfalê yên ku mane bînin vê malê em biparêzin yan jî weke bermahiyek dîrokî bimînin. Her sal hinek jin û dayikên enfalê tên xelatkirin îsal jî me  pênc jinên ku ji Enfalê rizgar bûne xelat kir.”

Mala Meryem navê xwe ji navê Meryemê girt

Mala Meryemê, navê xwe ji navê jinek ku ji Enfalê rizgar bûye digre. Di sala 1988’an de Meryem dema ku dergistî ye, di enfalê de dergistiyê xwe winda dike. Meryem heta sala 2006’an cilên xwe yên bukaniyê hiltîne û piştre diyarî muzexaneya Silêmaniyê dike. Ew di sala 2016’an de bi çavên xwe yên ku her dem li rê bûn, jiyana xwe ji dest dide.