Mala Çapemeniyê li ser mafên rojnamegerên jin komxebatek hişyariya hiqûqî li dar xist

Di çarçoveya xebatên projeya "Parastina qanûnî ya Rojnamegerên Filistînî" de komxebatek hat lidarxistin. Rojnamegerên jin ên ku beşdarî komxebata hiqûqî ya li ser mafên rojnamegerên jin ên di saziyên çapemeniyê yên Li Filistînê de bûn, daxwaza bicihanîna zagonên kar û pabendbûna bi qanûnên navneteweyî kirin.

NEXEM KERACA
Xeza- Saziya Mala Çapemeniyê ya Filistînê ji bo mafên rojnamegerên jin di 1'ê Sibata 2022'an de di çarçoveya xebatên projeya "Parastina Qanûnî ya Rojnamegerên Filistînî" de bin navê "maf û azadiyên medyayê di qanûnên Filistînê û peymanên navneteweyî de" bi hevkariya Sendoqa Ewropayê ya ji bo demokrasiyê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de ji aliyê rojnamagerên jin û mêr, xwendekar û yên ku beşa medyayê qedandine gelek destwerdan hatin pêşkêşkirin û bi taybetî bal hat kişandin ser pirsgirêkên ew di dema karên xwe yên di medyayê de û li ser malperên tora civakî bi wan re rû bi rû dimînin û nîqaş li ser vê yekê hatin kirin.
Armanca komxebatê danasîna mafên rojnamegeran e
Rojnameger Rûba El-Acramî di çarçoveya komxebata hişyariya hiqûqî de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em beşdarî komxebata hişyariya hiqûqî ya li ser mafên rojnamegerên jin ên Filistînî li herêma Xezayê bûn. Ji ber ku rojnamegerên jin û mêr ji rastiya xwe û mafên ku pêwîst e ji saziyên ragihandinê yên ku tê de dixebitin bi dest bixin ne baldar in."
Rûba El-Acramî bang li saziyên ragihandinê kir ku rê bidin rojnamegeran ku di saziyên ragihandinê de bi hemû maf û erkên xwe agahdar bibi, û bang li navendên mafên mirovan û rayedarên pêwendîdar kir ku rojnamegerên jin perwerde bikin û mafên wan bi dest bixin, hemû tedbîrên pêwîst ji bo rojnamegeran bigrin her wiha Rûba El-Acramî wiha got: "Dibe ku di saziyên herêmî de binpêkirineke eşkere li ser mafên rojnamegeran hebe bi taybetî jî rojnamegerên jin, ji ber nezanîna wan ji mafên wan her wih ji ber xemsariya dezgehên rogihandinê li hember qanûn û destûrnameyên navneteweyî û pêkanîna wan di rastiyê de, ji ber van sedeman rojnamegerên jin ji mafên xwe bêpar dimînin. Em bang li rayedarên dikin ku ji bo pêkanîna Qanûna Kar a Filistînê û şopandina wê bi şêwazekî nûjen bixebitin da ku her kes mafê xwe bi dest bixe."
Mafên rojnamegerên jin di saziyên ragihandinê de 
Têkildarî nîqaşên ku di komxebatê de çêbûn rojnameger Seca Samî Hemdan wiha got: "Di vê komxebatê de, me behsa mafên rojnamegerên jin ên di saziyên ragihandinê de cih digrin kir, di nav mijarên ku me behs kirin de jî qanûnên navneteweyî û herêmî çawa mafên rojnamegerên jin dixin bin temînatê di dema ku ew rastî cudakarî yan dûrxistina ji kar bi awayekî kêfî werin. Rewşa rojnamegerên jin di krîzên krîtîk de weke rewşên şer, çi ye her wiha tiştên ku pêwîst e rojnamegerên jin tê de bi srar bin devjê bernedin çi ne û tu carî dev ji mafên xwe bernedin."
Komxebata hişyariya qanûnî mafên rojnamegeran berbiçav dike
Rojnameger Seca Samî Hemdan diyar kir ku di komxebata hişyariyê de li ser çend xalan haiyte gotûbêjkirin, ya herî girîng ew e ku cudahiya rojnamegerên mêr û yên jin di saziyên ragihandinê de çi ye, mafên ku rojnamegerên jin bi dest dixin li hemberî yên mêr, pirsgirêkên ku rojnamegerên jin di saziyên ragihandinê de bi wan re rûbirû dimînin û çawaniya danûstandina bi wan re û di dema ku bi awayekî kêfî ji kar hatibin dûrxistin an jî dev ji mafên xwe bernedin û li hember hemû pirsgirîkan çareserî peyda bikin."