Mafên jinan li hember guhertinên siyasî çawa tên parastin?
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Beşdariya jinên Kurd li Rojava tenê di qadên pevçûnê de nemaye, her wiha gihîştiye saziyên rêveberiyê, xebata civakî û çandî jî. Ezmûna Rojava bi armanca bihêzkirina rola jinan di biryardayînê de û avakirina têkiliyên wekhev di navbera jin, civak û desthilatdariyê de bipêş ketiye.
Lê guhertinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê derbarê paşeroja van destkeftiyan de pirsan derdixin holê. Pêşeroja saziyên jinan girêdayî hevsengiya hêzê, lihevkirinên siyasî û cihê mafên jinan ê di rêkeftinên pêşerojê de ye. Her wiha hedefgirtina sembol û peykerên jinan, derbarê nasnameya herêmê û nasîna rola jinan di dîrok û siyasetê de nîqaşan zêde dike.
'Mafên jinan tenê bi sembolan nayên parastin'
Ji bo parastina destkeftiyan, divê nîqaş tenê li ser pesindana ezmûna Rojava nebe, her wiha sînor û encamên wê jî bêne nirxandin û dengê jinên Kurd, Ereb û Suryan bê bihîstin. Mafên jinan nikarin tenê bi sembolan bên parastin, ew hewceyê saziyên domdar, rêgezên temsîl û berpirsyariyê û garantiyên siyasî, zagonî û civakî ne.
Berpirsyariya parastina van mafan tenê li ser milê jinên Rojava nîne. Ezmûnên jinan li herêmê û cîhanê pirsên hevpar derdixin holê. Bi taybetî jî, derbarê serxwebûna rêxistinên sivîl û parastina mafên jinan li hember guhertinên siyasî de.
Mafên jinan çawa dikare bê parastin?
Li Tûnisê jî tevgera jinan bi têkoşîna zagonî û sivîl a dirêj re rûbirû ye. Pirsên derbarê azadiya xebata sivîl û serxwebûna rêxistinên mafên jinan de, derdikevin holê. Tevî cudahiya şertên siyasî yên her du welatan, pirseke bingehîn hevpar e: Mafên jinan çawa dikarin ji guhertinên siyasî bêparastin nemînin, her wiha bi saziyên serbixwe û garantiyên zagonî û civakî bên misogerkirin?
Keziya jinan sembola berxwedanê ye
Keziya ku jin pêk tînin sembola berxwedanê ye, lê azadî ne destkeftiyeke yekcarî ye. Ew pêvajoyeke domdar e ku parastin, nirxandin û nûvekirinê hewce dike.