Madlên Xamîs: Hesekê ne qada fitneyê ye, xaniyê hevpar ê hemû pêkhateyan e
Hevseroka Partiya Suryanî ya Demokratîk Madlên Xamîs diyar kir ku parastina aştiya civakî û jiyana hevpar, berpirsyariya hemû aliyên siyasî û civakî ye. Wê tekez kir ku pirrengiya neteweyî, çandî û olî ya herêmê, beşek bingehîn a nasname û dîroka wê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di demekê ku li herêma Cizîrê û bi taybetî li bajarê Hesekê rewşa tengezar û gotinên fitnekar ên ku dikarin bandorê li ser têkiliyên civakî bikin zêde dibin de, Hevseroka Partiya Suryanî ya Demokratîk Madlên Xemîs derbarê sedemên vê rewşê û pêşniyarên çareserkirina wê de axivî. Wê destnîşan kir ku rewşa heyî ne tenê nakokiyên demkî an cudahiyên di nêrînan de ye, her wiha encama komkirina aloziyên siyasî, îdarî, ewlehî û civakî ye ku dikarin aştiya civakî û tevnê civakî yê bi dehan salan di navbera pêkhateyên herêmê de pêk hatî, xeter bikin.
Madlên diyar kir ku Hesekê û herêma Cizîrê bi pirrengiya xwe ya neteweyî, çandî û olî tên naskirin û ev pirrengî tu carî çavkaniya lawaziyê nebûye, beşeke bingehîn a nasname, dîrok û şaristaniya herêmê ye jî. Wê tekez kir ku her hewldaneke veguherandina vê pirrengiyê bo nakokî, şer û dijminatiyê, xeteriyeke li ser hemû aliyên herêmê ye.
‘Gotinên fitnekar û kêmketina baweriyê aştiya civakî dixin xeterê’
Madlên ragihand ku rewşa heyî encama komkirina pirsgirêkên siyasî, îdarî, ewlehî û civakî, qelsbûna diyalogê û nebûna baweriyê di navbera hin aliyan de ye. Wê her wiha zêdebûna gotinên tund, fitnekar û cudakar, bi taybetî li ser rûpelên ragihandina civakî, wek faktoreke ku tengezariyê kûrtir dike, destnîşan kir. Wê bal kişand ser girîngiya hişyarbûna hemû aliyên civakê ya di mijara bûyerên heyî de û got ku divê tu kes ji ber kiryarên kes an komên taybet berpirsyariya pêkhateyekê bi tevahî nede. Her wiha diyar kir ku bêyî delîlên eşkere, nabe ku tawanbarî û îtham bên arastekirin, lê belê kesên ku ji dabeşkirin û kaosê sûd werdigirin, hewl didin civakê lawaz bikin, çareseriyên siyasî asteng bikin û bala gel ji pirsgirêkên wan ên rastîn dûr bixin. Madlên tekez kir ku divê nakokiyên siyasî ber bi şerên etnîkî ve neyên veguherandin û nasname û girêdaniyên pêkhateyan, mîna amûreke tirsandin, cudakirin û derxistinê neyên bikaranîn.
Madlên hişyarî da ku domandina vê rewşê dê pêşeroja hevpar û her projeyeke demokratîk a li ser pirrengî, hevparî û pejirandina mafên hevdu ava bibe, xeter bike. Wê got ku “Nabe em rê bidin ku cudahiyên siyasî bibin sedema hilweşandina têkiliyên civakî û mirovî yên di navbera gelê herêmê de.”
Ji bo parastina aştiya civakî diyalog û gavên pratîk pêwîst in
Madlên anî ziman ku divê berpirsyariyên neteweyî û siyasî bibin pirek ji bo têkilî û diyalogê, ne ku bibe amûreke zêdekirina dabeşkirinan. Wê destnîşan kir ku ew ji aliyê xwe ve amade ne ku bi hemû hêz û aliyên ku bawerî bi hevparî, dadmendî û redkirina tundîtiyê tînin, diyalog û hevrêziyê bikin û got “Ji ber ku em dixwazin beşek ji çêkirina çareseriyê bin, ne ji zêdekirina tengezariyê.”
Wê di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku ji qonaxa daxuyanî û helwestan derbasî gavên pratîk bibin û wiha domand: “Divê destpêka van gavên pratîk, destpêkirina diyalogeke siyasî û civakî be ku hemû partî, hêzên siyasî, nûnerên pêkhateyan û saziyên civakî û sivîl dihewîne. Armanc ji vê yekê çareserkirina nakokiyan û danîna mekanîzmayên hevpar ji bo parastina aştiya civakî ye.” Madlên her wiha pêwîstiya avakirina komîteyên hevpar ji bo şopandina rewşên teşwîqkirin, gefxwarin û destdirêjiyan, belgekirina wan û şopandina çareserkirina wan bi rêya saziyên qanûnî destnîşan kir. Wê li kêleka van gavên yasayî, girîngiya destpêşxeriyên civakî, bi taybetî di nav ciwanan de, ji bo xurtkirina çanda diyalogê û pejirandina cudahiyan jî anî ziman.
Madlên her wiha bang li aliyên ewlehî, îdarî û dadwerî kir ku berpirsyariya xwe di parastina hemû welatiyan de bêyî cudakariyê pêk bînin, lêkolînên zelal li ser destdirêjî û gefxwarinan vekin û her kesê ku têkildarî van kiryaran e, bêyî ku nasname an girêdana wî ya siyasî çi be, li gorî yasayê berpirsyar bikin. Wê pêwîstiya parastina saziyên perwerdehiyê û xwendekaran, misogerkirina mafê îfadekirin û xwepêşandana aştiyane û pêşîlêgirtina her kiryar an çalakiyeke çekdarî ya ku ewlehiya sivîlan dixe xeterê jî destnîşan kir.
Mafên pêkhateyên herêmê beşeke bingehîn a aramiyê ne
Madlên Xemîs tekez kir ku axaftina li ser aramî û jiyana hevpar bêyî misogerkirina mafên hemû pêkhateyan nayê temamkirin. Wê destnîşan kir ku pêkhateyên dîrokî yên herêmê, ji Suryan, Aşûrî û Keldanan bigre heta Ereb, Kurd, Ermen û pêkhateyên din, hemû beşek ji dîrok, çand û nasnameya vê axê ne. Wê diyar kir ku ev pêkhate ne biyanî ne û ne jî bi awayekî ji derve li ser vê axê hatine, di heman demê de beşek ji dîrok, şaristanî û nasnameya wê ne. Madlên wiha domand: “Ji ber vê yekê, mafê wan heye ku ziman, çand, kevneşopî û taybetmendiyên xwe biparêzin û di jiyana siyasî û îdarî de bibin hevparên rastîn. Her wiha divê hebûn û mafên wan bi garantiyên destûrî û yasayî bên parastin, ji dûrî paşguhkirin, derxistin û cudakariyê.”
Wê diyar kir ku baweriya wan bi pejirandina pirrengiya neteweyî, çandî û zimanî ya li dijî yekîtiya Sûriyê nîne û wiha pê de çû: “Berovajî vê yekê, ev yek bingeha avakirina dewleta hemwelatîbûnê, dadmendî û wekheviyê ye. Di dewleteke wiha de divê her hemwelatî xwe wek hevparê biryardayînê bibîne û mafên wan bi yasayê bên parastin, ne ku mafên wî bi hevsengiya hêzê an bandora aliyekî ve bên destnîşankirin.”
'Hesekê ji nakokiyên partiyan mezintir e'
Di peyama xwe ya taybet ji bo ciwanan de, Madlên Xemîs bang li wan kir ku medyaya civakî nekin qada nefret, kêfkirina nakokiyan û belavkirina xeberên bêpiştrastî. Wê got ku ciwan divê ji xeberên ne ewle û gotinên ku hewl didin fitneyê derxin dûr bisekinin, bibin beşek ji çareseriyê û pêşeroja herêma xwe û mafên gelê wê biparêzin.
Wê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku hemû pêkhateyên herêmê di ax, dîrok û çarenûsa hevpar de hevpar in û divê nakokiyên siyasî û berjewendiyên teng neyên hiştin ku têkiliyên civakî û mirovî yên di navbera wan de xirab bikin.