Lîstika "Jiyan" ku tundiya li ser jinên Filistînî vêdibejê hat pêşkêşkirin

Lîstika bi navê "Jiyan" a zext û tundiya li ser jinên Filistînê dijîn vedibêje, li ser dikê derket pêşberî temaşevan û şanohezan.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Komeleya Hunerên Perwerdeyê ya Fîkra li Şerîdaya Xezayê di çarçoveya hewldana "Ber bi Civakeke Fîlîstînî ya Ji Tundiya Zayendî Bêpar" a girêdayî Projeya Înkubatorên Çandî û bi piştgiriya Yekitiya Giştî ya Çanda Hunerê lîstika şanoyê ya bi navê "Jiyan" pêşkêş kir.

Koordînatora hewldana "Ber bi Civakeke Fîlîstînî ya Ji Tundiya Zayendî Bêpar" Soraya El-Ajla diyar kir ku wan ev hewldan ji bo di mijara tundiya li ser bingeha zayendiya civakî de hişyarî çêbibe, dane destpêkirin.

Femînîst û çalakvana civakê Amal Zaqout jî behsa hebûna qanûn û peymanên ku mafên jinan dixin bin temînatê dikin û rûmeta wan diparêzin, kir.

Yek ji beşdaran Haneen Radwan anî ziman ku rola di şanoya "Jiyan" de dilîze, rastiya piraniya keçên civaka Filistînê ye.