Lîstika ‘Erkî Niştemanî Daholek’ çîrokên jinan bir ser dikê
Lîstika yek kesî ya bi navê ‘Erkî Niştemanî Daholek’ diyarî berxwedana Kobanê hatî kirin, nêrîna jinê dike navend û pergala mêrê serdest paşpêk dike. Bi performansa bi hêz a Nîştiman Rasoulnejad berhema ku hatî dikirin, balê dikşîne ser dengê jinan.

SANİA MORADÎ
Sine – Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Erkî Niştemanî Daholek’ ku Jamîl Maffakherî derhêneriya wê kirî û Nîştiman Rasulnejad lîstiye, ji 17’ê Îlonê ve wê her 5 rojan, êvarê saet 18:00’an de li salona çand û hunerê ya şaredariyê derkeve ser dikê. Lîstik diyarî şervanên jin ku Kobanê li dijî DAIŞ’ê parastin, hate kirin.
Vegotinek nû
Derhêner Jamil Maffakherî têkildarî şanoyê ji ajansa me re axivî û got: “Artêşa tarî ya DAIŞ’ê dema êrîşa xaka saf a Kurdistanê kir, gelek tişt hate jiyîn, zarokên me canê xwe feda kirin. Di vê lîstikê de min vegotina Seyîdxan berovajî xwend û wergerand. Min jina ku di çîroka orjînal de navê wê jî derbas nebûye xist navendê, ne Abdulazîzê ku hemû tişt bi fermana wî pêk hatî, me ji vê vegotinê re nêrînek femînîst anî. Lê vê derê jin çîroka xwe dibêje û nêrînek nû ava dike.”
Bi qêrîn dide zanîn ku jin e
Jamîl Maffakhrî lîstik diyarî jinên berxwedêr û cesûr ku bajarê Kobanê li dijî DAIŞ’ê parastine dike. Lîstik wek monologek yek kesî hat nîşandan û hemû karekter ji aliyê Nîştiman Rasoulnejad ve hatin lîstin. Nîştiman Rasoulnejad, di lîstikê de hem mêrên ku pîvanan datînin û hem jî jin û mêrên ku ji van pîvanan bi bandor bûne temsîl dike. Di dawiya lîstikê de derdikeve holê ku, bi qêrîn dide zanîn ku jin e û pîvanên mêrê serdest binpê dike û henekê xwe pê dike. Nîştiman Rasoulnejad vê hêza jinê bi performansek bi bandor bir ser dikê.