‘Li Zîvala Xezayê rewşa mirovî gelek giran e’

UNICEF’ê ragihand ku li Zîvala Xeza ku êrişên Îsrailê bê navber berdewam dike de rewşa mirovî gelek giran e.

Navenda Nûçeyan – Dîrektora Îcra yê Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekgirtî (UNICEF) Catherine Russell daxuyaniyek niviskî da û derbarê Zîval Xezayê de ku di bin êrişên Îsrailê de ye agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Zîvala Xezayê malbat her hefteya ku derbas dibe rû bi rûyê xofek din tên. Êrişên hişweşînê yên li dijî dibîstanan berdewam dike.” Hate diyarkirin ku malbat ji bo ji bûyerên tundiyê dûr bikevin her tim neçar dimînin cihê xwe bi guherin, rewşa mirovî gelek giran e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zarok bi caran birîndar bûne û wiha hate gotin: “Bijîşk û perestarên ku tu çavakaniyek wan tune, ji bo rizgarkirina jiyanan, têkoşînê dikin. Bi hezaran zarokên keç û kur nexweşin, birçîne, birîndarin yan jî ji malbatên xwe dûr in.”

‘Êriş hewldanên me asteng dike’

Catherine Russell di daxuyaniyê de bibîr xist ku hilweşîna di palandina kanalizasyon û sîstema tendirûstiyê de, ji bo bi hezaran zarokên vîrosa felca zarokan û bi teybet ên nehatine derzîkirin gef e û wiha dom kir: “UNICEF jî di nav de weke saziya alîkariyê, tişta ku ji destê me tê em dikin, lê bela rewşa giring a ku em di nav de, êrişên li dijî personelên alîkariya mirovî astengbûna li pêşiya hewldanên me berdewam dike.” Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku li Zîvala Xezayê ji ber mudaxeleyak bi hêz ya mirovî, ne xwedî şert û mercên pêwîste, astengnekirina hatina alîkariyê, divê gihandin bi ewle be.”

 Li Zîvala Xezayê 278 erkdarên alîkariyê hat qetilkirin

Catherine Russell di daxuyaniyê de anî ziman ku hema bêje ev 9 meh e li Xezayê sivîl ji erzaqê bê par hatine hiştin û wiha got: “Li Zîvala Xezayê di halê hazir de herî kêm 278 erkdarên alîkariyê hatine qetilkirin. Ev hejmarek rekorê ye. Erkdarên din ên alîkariyê, xwe avêtin xeteriyê yan jî ji bo karê xwe bikin hatin astengkirin.” Catherine Russell da zanîn ku bi awayek demildest pêwîstî bi agirbestê heye û xwest ku qeyrana tê jiyîn bi dawî bibe.