Li Zivala Xezayê 10 hezar kes hê jî winda ne

Di daxuyaniya girêdayî Zivala Xezayê ya di bin êrîşê Îsraîlê de hat ragihandin ku 34 kes ji ber birçîbunê jiyana xwe ji dest dane, nêzî 3 hezar û 500 zarokên ji ber kêm xwarinê û 10 hezar kes jî hîna windane.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê girêdayî êrîşên ku 311 rojin berdewam dikin agahî da.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyar kirin ku, artêşa Îsraîl di 48 demjimêrên dawî de 3 êrîşan li ser Zivala Xezayê pêk aniiye û 142 kesan jiyana xwe ji dest dane, 150 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîl yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 897, yên birîndar jî bûye 92 hezar û 152.

Ji sedan 1,8’ê nifûsê jiyana xwe ji dest dane

Di daxuyaniya duh ya Buroya Îstatîstîk ya Navenda Filistînê ya girêdayî mirinên li Xezayê û guhertinên demografîk yên li axên Filistînê hatîn jiyîn de, hat ragihandin ku li Zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û ev hêjmar beramberî ji sedan 1,8’ê nifûsa Xezayê pêktîne.

34 kes ji ber birçîbunê jiyana xwe ji dest dan

Wekî din kesên ku di êrîşên Îsraîlê de hatîn qetil kirin jî ji sedan 24’ê wan ji ciwanan pêk tên. Di vê demê de li Xezayê 34 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da, nêzî 3 hezar û 500 zarok jî ji ber kêm xwearinê bi xeteriya mirinê re rûbirû man.

2 milyon kes ji cihê xwe bûn

Li aliyê din tê texmîn kirin ku li Zîvala Xeza 10 hezar kes hê windane yan jî dibin xirbeyan de ne. Beriya êrişan nifûsa Zîvala Xeza 2 milyon û 200 hezar bû, 2 milyon kes ji ber êrişên Îsrailê bi zorê ji cihê xwe bûne. 

Piraniya ên ku hatine qetilkirin ciwan in

Li gora daxuyaniya Buroya Îstatîstîkên Navenda Filistînê, êrişên Îsrail jî roja 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xeza dayî destpêkirin de, nêzî 5,6 milyon filistîniyên ku li ser xaka filistîn jiyan dikin, 1,2 milyon (ji sedan 22) wê ji ciwanan pêk tê. Heta niha ji 7’ê cotmehê heta niha piranî ciwan û zarok di êrişên artêşa Îsrailê de hatine qetilkirin. Ji sedan 75’ê kesên ku jiyana xwe ji dest dane temenê wan dibin 30 salî dene.