Li Zirganê berxwedan bûye navê jiyanê

Jinên navçeya Zirganê yên li hember hemû çekên giran, top û balafirên şer û yê SIHA’yê li ber xwe didin, dibêjin ku heya ew li wir bin dê rê nedin dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî xaka Zirganê derbas bibin.

Hesekê - Ya ku hiştiye berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bibe û bigihîje lûtkeyê têkoşîn û meşa jinan e. Bêdengî şikandin û ji tarîtiyê ber bi ronahiyê de meşiyan. Niha jî li dijî êrîşên dijwar bi hemû aliyên xwe ve li ber xwe didin. Hebûn û sekna jinekê li navçeya Zirganê dibe tirsa dilê neyar û dagirkeran. Îro ruxmî êrîşên dijwar ku navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî wzn tê, jin li ber xwe didin. Jinên navçeyê ji me re axivîn û helwesta xwe anîn ziman.

‘Bi armanca şikandina vîna gel saziyên xizmetê dikin hedef’

Delal Mehmûd yek ji jinên navçeya Zirganê ye, di Kongra Star de cih digre û ji jinan re dibe hêz û stûn. Delal Mehmûd der barê berxwedana jinan li navçeya Zirganê û armancên dewleta tirk a dagirker de axivî û wiha got: "Giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve rastî êrîşan tên, bi taybetî jî navçeya Zirganê ku heya niha jî gel li ser piyan e û li dijî êrîşan bi helwest û bi hêrs in. Her wiha saziyên civakî, xizmetguzarî û ewlehî û hemû saziyên ku xizmeta civakê dikin deriyên wan vekirîne û xebatên xwe nedane rawestandin. Sedema hedefgirtina saziyên xizmetguzarî jî ew e ku hêza gel û moralê wan bidin şikandin, ji ber vekirina saziyan hêzê dide gel û em bi xwe jî moral ji sekna gelê xwe digrin.”

‘Ya ku hişt Zirgan li ber xwe bide biryardariya jinan e’

Delal Mehmûd a da payin ku li Zirganê berxwedana jinan li pêş e, bi gotina “Li Zirganê jin xeta Bêrîtanan diparêzin” bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinan û wiha pêl da axaftina xwe; “Bila nehizirin û nebêjin ku em ê bikaribin vîna jinan bidin şikandin û têkbirin. Lehengên jin ku di oxira vê dozê de canê xwe dan, bêguman em ê şopdarên wan bin û meşa wan di nîvî de nehêlin. Ya ku hişt heya îro Zirgan li ber xwe bide û nekeve sekn û biryariya dayik û xwişkên me ye. Bila gelê me ji hêza xwe bawer be û bizanibe ku dikare hemû êrîşan têk bibe û bibe kelem di çavên dijmin de. Ev der axa me ye, em ê ji bo parastina wê hemû derfetên di destên xwe de bi kar bînin."

‘Em ji bo alîkariya şervanên xwe her dem amade ne’

Yek ji dayikên Zirganê jî Selwa Hec Mihemed e bi vî awayî helwesta xwe anî ziman: "Me li hemberî dewleta tirk a dagirker ku bi rastî jî hatiye axa me dagir bike, tu êrîş nekiriye. Ew li ser axa me çi dike? Çi ji gelê me dixwaze, ger dixwaze împratoriya xwe ya Osmanî vegerîne, em wê qebûl nakin. Dibêje ku şervanan hedef digrin lê derewan dike,  dewleta tirk sivîlan jin, zarok û kesên temenê wan mezin dikuje. Ew çiqas êrîş bikin, ewqas em bi axa xwe ve tên girêdan. Em amade ne, li pişta şervanên xwe bin. Heya em dikarin çenteyê cebilxaneyê û xwarinê li pişta xwe bikin û bigihîjînin şervanan tenê ji bo ku axa me neyê dagirkerin."

‘Cihê dagirkeran li welatê me tune ye’

Selwa Hec Mihemed teqez kir ku heya rojek ji temenê wê bimîne wê li ser axa xwe berxwedaniyê bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bila her kes bizanibe, em vê axê bernadin û hêza ku em wekî dayik digrin ji şervanan e ne ji dewletan e. Pişta me şervanên me ne, ne ew leşkerên ku tenê di wesayîdên zirxî de di kolanan re derbas dibin. Di vê cîhanê de mirin carek e, em ji xwe re mirina bi rûmet dixwazin. Bila Erdogan kêf û şad nebe, cihê wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ye û wê xeyala derbasbûna axa me her jê re xewn bimîne."