Li Zencanê li Dibistana Hunerê ya Keçan şewat derket
Li bajarê Zencanê yê Îranê di 18’ê Sibatê de li dibistaneke hunerî ya keçan şewat derket. Li gorî daxuyaniya Rêveberê Servîsa Lezgîn a Zencanê; 15 xwendekar ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyan.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku di 18’ê Sibatê de li bajarê Zencanê yê ser bi parêzgeha Zencanê ya Îranê agir bi dibistaneke hunerî ya keçan ket û 15 xwendekar rakirin nexweşxaneyê.
Rêveberê Servîsa Lezgîn a Zencanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şewat hatiye vemirandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 15 xwendekar ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûne rakirin Nexweşxaneya Valiasr û Ayetullah Mûsewî ya bajarê Zencanê û ti kes ji wan xwendekaran neşewitiye.
Serokê îtfaiyeya bajêr îdia kir ku şewat ji ber qutbûna elektrîkê derketiye. Piştî serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê, gelek dibistanên ku zarokên keç lê dixwendin hatin jehrîkirin û ev yek weke êrîşeke dewleta Îranê ya li dijî keçan hat dîtin.