Li Zaxoyê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin

Şeva borî li sînorê bajarokê Zaxoyê jinek 37 salî ji aliyê birayê xwe M.R.T ve hat kuştin û kiryar piştî bûyerê reviya.

Navenda Nûçeyan – Şeva borî li gorî daxuyaniya rêveberiya polîsên Zaxoyê diyar kiriye, di saet 7:00’ê êvarê de jinek bi temen 37 salî bi çekê hatiye kuştin, piştî ku hêzên emniyetê lêkolîn kirin nasnemeya kiryar eşkera kirin û gotin ji aliyê birayê xwe M.R.T ve hatiye kuştin. 

Her wiha rêveberiya polîsên Zaxoyê ragihand ku tîmên polîsan li cihê bûyerê, dest bi lêkolînê kirine. Li ser biryara dadgehê li gorî madeya 405 a zagona cezayên Iraqê biryara girtinê der barê kujer de hatiye dayîn û lêkolîn berdewam dike.

Li gorî agahiyên polîsên Zaxoyê kiryar piştî buyerê, reviyaye.

Hejayî bibîrxistinê ye ku li gorî daneyên ajansa me ji destpêka salê heta 25’ê Mijdarê 63 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin.