Li Yemenê pirsgirêka ewlekarî û rê bandorê li jiyana jinan dike

Çalakvanên jin ên Yemenê destnîşan kirin ku ji bo azara veguhestinê bi rengekî serbixwe sivik bibe, pêwîst e ku rê bên başkirin. Jinan gotin ku ev ji bo jin bighên perwerdê û derfetên kar ji bo cudakarî û xizanî were têkbirin, girîng e.

HALA EL HAŞIDÎ

Yemen – Jin li bajarê Teizê, di rastiyeke bi êş de dijîn. Mafên wan ên sereke tên sînorkirin û derfetên wan ên fêrkirin û kar, kêm dibin. Çîrokên keçên ku di pêşerojeke ronî de difikirin bi rewşeke civakî û aborî lawaz re rûbirû ne, hêviyên wan difetisîne. Di encamê de azarên wan dikevin nav nîqaşên derbarê xurtkirina jinan a di civakên ji şeran zirar dîtine de.

Li gor rêxistina Oxfam derdora ji sedî 40’ê jinan, di dema bikaranîna alavên veguhestinê yên giştî de, di nav ewlehiyê de najîn, bi taybetî jî li herêmên ku ewlehî lê tune ne. Ji sedî 30’ê  jinan, li hember qeydên civakî ne ku dibin sedema neveguhestina wan a bi rengekî serbixwe. Di encamê de ev sînordarkirin dibe sedem ku nikaribin bixwînin û nikaribin bighên karekî guncaw. Ev yek jî bandoreke neyînî li civakên wan dike û çarçoveya xizanî û cudakariyê xurt dike.

‘Divê herkes berpirsyariyên xwe bicih bîne’

Riyên nexweş û nebûna awayên veguhestina bi ewle, dibe sedem ku di gihîştina dibistanan û zanîngehan de rê tijî metirsî be û bi zêdebûna metirsiyên ewlehiyê jî, keçik bê hêvî dimînin. Lê belê mijar ji astengiyên demografî derbas kiriye. Niha zehmetiyên civakî yên ku cihê jinan di civakê de lawaz dikin, hene. Rojnamevan Mealî El Mixlafî got ku keçik di rêyan de ji xortan zêdetir rastî bûyerên mezintir tên. Mealî diyar kir ku riya heta zanîngehê ji xortan re hêsantir e û wiha berdewam kir: “Mînak, pêwîstiya keçan bi fikirandina di cihên di otobuse de heye. Dibe ku otobus zêde ne qelebalix bin. Di encamê de ji jinan re zehmet e tê de bisekinin. Her wiha fedî dikin li kolanan jî bisekinin. Lewma jî gihîştina zanîngehê tevlihev dibe. Dibe ku hin ji van zehmetiyan neyînî yan jî erênî bin. Ji ber wê yekê divê ferd berpirsyariya xwe rakin, beriya kesên din bifikirin. Divê ev doz bên destnîşankirin, da ku her kesek berpirsyariya civaka xwe rake û berpirsan derbarê zehmetiyan de agahdar bikin."

‘Ewlehî û aramiyê ji keçan re peyda bikin’

Mealî El Mixlafî anî ziman ku başkirina riyan a bi awayekî erênî, dihêle keç di dema guncaw de bighên kar an jî zanîngehên xwe. Mealî wiha got: “Li kêlek vêya jî em dibînin ku xwendekarên diçin dibistanên xwe, ew dê di dema xwe de bighên. Bi taybetî jî dibistanên navxweyî awayên veguhestinê peyda dikin. Di encamê de başkirina riyan, bi taybetî ji bo keçan mijareke erênî ye. Divê kesên berpirsyar bi erkên xwe tevbigerin û çareseriyan ji pirsgirêka riyan re bibînin. Ewlehî û aramiyê ji keçan re peyda bikin."

‘Divê çalakiyên meydanî bên lidarxistin’

Çalakvana Civakî Ebrar El Ediyêmî jî destnîşan kir ku pêngav û çalakiyên meydanî, gaveke zindî yê ber bi başkirina riyan ve ye û wiha got: “Dibe ku bihêlin binesazî baş bibin û tevgera xwediyên çalakiyan hêsantir bibe. Wek mînak; gelek kes niha dibînin ku çalakiyên meşan zêde bûne, ji ber vê yekê bi awayekî erênî bandor dike. Bi taybetî jî ev çalakî, meydanî tên hesibandin. Her wiha çalakî li kolana Cemal tên lidarxistin. Ev yek herêmê baş dikin yan jî li herêmên binesaziya wan lawaz e tên lidarxistin. Ji ber vê yekê ev guhertin veguhestineke ji rewşa nebaş ber bi baş ve ye. Girîng e rê bên sazkirin, bi taybetî jî piştî buroya serokatiyê ev yek anî ziman. Tevî vê jî dibe ku hin astengî hebin."