Li Yemenê nexweşiyên sorik û felcê belav bûne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku nexweşiyên sorik û felcê li Yemenê belavbûye û diyar kir ku pêwîstiya lezgîn bi derziyê heye.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li Yemen a ku şerê navxweyî lê diqewime, nexweşiyên sorik û felcê belav dibin. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a WHOyê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji sedî 80 yê zarokên ku bi sorikê ketine nederzîlêdayî ne û hat destnîşankirin ku li Yemenê bi lezgînî hewcedarî bi derziyê heye.

Kampanyaya derziya zarokên bi felç  hatibû  destpêkirin

Hikûmeta Yemenê vê dawiyê li 12 parêzgehan bi hevkariya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û WHO kampanyaya derzîlêdana felcê dabû destpêkirin. Hikûmetê piştî ku ji sala 2021-an vir ve 227 bûyerên felcê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de yên ku Îran piştgirîya wan dike, hatin dîtin gavan avêt.

Bûyerên felcê li welat bi piranî li Sine, Zemar, Hudeyde, Sada, Ibb, Hec, El-Beyda û Amranê tê dîtin. Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê di daxuyaniyekê de ku di Adara 2020an de hat dayîn, ragihandibû ku bûyerên felcê li wî welatî di sala 2005an de bi dawî bûne, lê ji ber ku Hûsiyan rê nedan tîmên tenduristiyê bigihêjin herêman nexweşî li bajarên Hec û Sada zêde bûne.