Gelê Qamişloyê: Saetên ku hatine diyarkirin, ji bo zimanê me têr nake
Di meşa ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin de peyama “Saetên ku hatine diyarkirin, ji bo zimanê me têr nake” hat dayîn.
Qamişlo –Piştî biryara 27’ê Tebaxê ya ku heftiyê tenê sê ders Zimanê Kurdî ji bo Kurdan bes dibîne, dengên nerazîbûnê yên mamoste, xwendekar û gelê herêmê bilind dibe. Li çar aliyê Rojava gel bi çalakiyan, daxwaza xwe ya ji bo parastina zimanê dayîkê nîşan dide.
Îro li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya mamoste û xwendekaran, gelê herêmê meşeke girseyî li dar xist. Meş ji Çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û heta pêşiya Rêveberiya Herêma Qamişloyê berdewam kir.
Têkildarî meşê Xanim Cîhan Hesam axivî û bal kişand ser nerazîbûna gelê Kurd a li hember biryarê. Xanim Cîhan Hesam wiha got: “Ji roja yekemîn ku dibistan hatine vekirin heta roja îro, ez dibêjim dengê min ji dengê gelê min e. Ji ber ku ez jî Kurd im. Emê têkoşîna ziman bikin, heta ku zimanê Kurdî di destûrê de bibe fermî. Her wiha saetên ku hatine diyarkirin, ji bo zimanê me têr nake. Em geleke kevnar in û hêja nin ku bi zimanê xwe fêr bibin.”