Li Yemenê komxebata jinan a têkildarî rola jinê di siyasetê de

Jinên Yemenê di komxebata "Beşdarbûna jinan di siyasetê de, êş û azarên wan ên ji ber nebûna rola dewletê ji bo avakirina aştiyeke mayide” zehmetiyên xwe yên di qada siyaset û cihê biriyargirtinê de nîqaş kirin.

NOOR SURİB

Yemen - Beşa Jinan a Pêkhatiya Tevgera Aştiyan ya Başûrê Yemenê li paytexta demkî Adenê, bi bonaya 112' emîn salvegera Roja Jinên Cîhanê Komxebatek ser mijara mafê Jinan bi serenavê "Beşdarbûna jinan di siyasetê de, êş û azarên wan ên ji ber nebûna rola dewletê ji bo avakirina aştiyeke mayide” lidarxistin. Gelek jinên siyasetmendar, parêzer û parêzvanên mafê mirovan di komxebatê de amadebûn û li ser mijarê nêrîn û pilansaziyên xwe par kirin. Berpirsa Beşa Jina a Tevgera Jinên Başûr Diyai Hesen têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandinên giring kir.

"Armanca Komxebatê komkirina nêrîn û çareseriya pirsgirêkên jina ne"

Diyai Hesen got ku wan xwest  bang li gelek jinên ji hemû pêkhateyan ên xwedî nêrînên siyasî yên cuda bikin ji bo beşdarî  Komxebata diyaloga jinan bibin û wiha bedewam kir: "Ji bo giringîya mijara êşên jinan û çaresrkirina qanûn û neheqiyên ku li dijîn jinan tên kirin û çawaniya binpêkirina reşnivîsa destûrên hin qanûnan. Her wiha derbarê cudekariya zayendî di nava partiyan de jî me dît ku di warê biryardanê di nava partiyan de vedigere berjewendiyên mêran û jin jî xistine çarçoveyke teng a ku ji aliyê partiyan ve girêdayî ye. Jinên partîxwaz û serbixwe tevî hîna kêşe û şer berdewame. Armanca Komxebatê komkirina nêrîn û pêşinyaran e ji bo sûdwergirtina ji wan û piştgirtiya pirsgirêkê jinan. Her wiha di Koxebatê de daxwaza jinan ji bo avakirina aştiyeke mayînde û bidawîkirina belaya şer hat kirin.”

"Jin bi cewhera xwe parêzvana bingehîn a ewlehiyê ye "

Parêzer Afira El-Herînî jî di axaftina xwe de gotarek li ser kar pêşkêr kir û got ku hîn jî beşdar bûna jinan di birayargiritnê de mijareke gengeşe ye ku bala çalakvanên di warên demokrasî, mafê mirovan û welatbûyînê de dikşîne bi taybetî li herêma Ereban ku tevgereke siyasî ya tûj û bi xwîn tê dîtin û wiha pêde çû: "Ev yek pêdivî bi komkirina hemû enerjiyên mirovî heye ji bo pêkanîna aramiyê di welat de. Di nav de pêwîstiya rola jinên beşdar di hin tevgerên gelerî de li wan welatên ku hê jî di nav nakokiyên tund de li ewlehiyê digirin heye. Ji ber ku jin bi cewhera xwe parêzvana bingehîn a ewlehiyê ye û têkoşîna siyasî ya li ser rûmeta xwe û parçebûna malbata xwe dide jine.”

Afira El-Herînî di dawiya axaftin xwe de balkişand ser wê yekê ku rola jinê ji ber tundiya siyasî kêm bûye û wiha got: "Pêwîstiya me lezgînî bi guhertina gelek têgehan heye ku tevkariyê li beşdarbûna jinan di biryargirtinê de bike. Ev îfade ji nêz ve bi pêvajoya hebûna dewletek bi hiqûqê tevdigere, veguhertina demokratîk, rêzgirtina ji mafên mirovan û feraseta rast a welatîbûnê re têkildar e."