Li Yemenê ji ber cudakarî û newekheviyê jin di mercên giran de dixebitin

Rêvebera gerînendeya ragihandinê ya Komîteya Niştîmanî ya Jinan Mariya Raşid baş kişand ser girîngiya peydakirina atmosfereke kar a guncaw ji jinan re û got ku divê di saziyên dewletê yên li Yemenê de ev derfet were avakirin.

HALA EL-HAŞIDÎ

Yemen- Tevî hebûna zagonan û mafên hatine diyarkirin jî jin heta niha ji mafên xwe yên sereke bêpar in. Yek ji wan jî ew e ku di şert û mercên baş û bi ewle de bikaribin bixebitin.

Pispor û civaknas teqez dikin ku divê mercên guncaw li hemû saziyan hebin û bi karên tên kirin re hevsengî çêbibe. Ji ber ku di hişmendiya mêr de her tişt li gorî pêwîstiyên mêran çêdibin. Bi taybetî di zagonan û pergala heyî de wisa dibe. Ji ber vê yekê newekhevî û cudakarî çêdibe û jin tên çewisandin.

Pispor diyar dikin ku nêrîna mêr a neyînî ji bo biryarên ji aliyê jinan ve tên girtin û rola wan a di civakê de bûye sedem ku jin ji siyasetên giştî werin paşguhkirin.

‘Rewşa aborî ya zehmet bandorên neyînî li hemû aliyên jiyanê dike’

Der barê mijarê de rêvebera gerînendeya ragihandinê ya Komîteya Niştîmanî ya Jinan Mariya Raşid got: "Karkerên jin ên di saziyên giştî de kar dikin bi taybetî di warê binesazî û jinûveavakirinê de, di gelek zehmetiyan re derbas dibin û bandoreke neyînî li berhemdariya wan dike. Rewşa aborî ya zehmet û sekinandina şandina petrolê ji welatên din re hiştiye ku lîre têk biçe û gelek bandorên neyînî li hemû aliyên jiyanê kiriye. Di dema niha de mûçeyên karmendan nema têra pêwîstiyên wan dike ji ber vê yekê zext li ser karkerên jin zêde dibe û karê wan ne di asta pêwîst de ye."

‘Komîteya me hewl dide stratejiyeke 5 salan dayne pêşiya xwe’

Mariya Raşid her wiha anî ziman ku budceyên aliyên dewletê gelekî kêm bûne û got: “Komîteya me weke aliyekî fermî bi taybetî bi dozên jinan hewl dide stratejiyeke giştî ya 5 salan dayne pêşiya xwe û van pirsgirêkan çareser bike. Ev stratejî di nava xwe de sazkirina binesaziyê, avakirina baxçeyên zarokan ji bo jinên karker dihewîne. Ev gaveke girîng e ji bo piştgiriya wan a di seatên kar de. Di saziyên hikûmetê û yên taybet de baxçeyên zarokan kêm in ji ber wê barê dayikên kedkar giran dibe. Tevî vê yekê jî Komîteya Niştîmanî ya Jinan kedeke mezin ji bo avakirina van projeyan dide lê belê pêwîstiya vê yekê bi piştgiriyeke navdewletî û xwecihî heye. Piştgiriya aborî faktora sereke ya zêdekirina budceya taybet a bi saziyên hikûmetê re ye.”

‘Divê atmosfereke guncaw ji jinan re were avakirin’

Mariya Reşîd wiha berdewam kir: "Tevî ku saziyên dewletê hinekî girîngiya pirsgirêkên jinan dizanin jî ev hişyarî bi tena xwe têrê nake. Komîteya Niştîmanî ya Jinan hewl dide bi riya rêveberiyên giştî van hişyariyan xurtir bike û saziyên hikûmetê ber bi başkirina rewşê ve bibe. Ji ber ku ya girîng ew e pêwîstiyên kedkarên jin di ber çavan re werin derbaskirin."

Mariya Reşîd di dawiyê de got: “Divê atmosfereke guncaw ji jinan re were avakirin û guhertinên pêwîst werin kirin da ku jin mafên xwe bi dest bixin û weke hêzeke aktîf di civakê de werin naskirin. Îradeya civakî û hevkarî dibe ku riyeke nû ber bi pêşerojeke baştir ve ji jinan re di saziyên dewletê de veke.”