Li Yemenê di nava 3 salan de 273 bûyerên felca zarokan hatin tomarkirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Yemenê di 3 salên dawî de 273 bûyerên felca zarokan hatine tomarkirin û li welat belavbûn didomîne.

Navenda Nûçeyan- Ji ber şerê navxweyî yê ku ev 10 sal in li Yemenê didome 377 hezar kes ku zêdetirî 13 hezar ji wan sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber şerê navxweyî li welat koç kirine ji 4 milyon û 500 hezarî derbas dibe û ji sedî 80’ê wan jin û zarok in.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi minasebeta "Roja Cîhanî ya Felca Zarokan" ji ofîsên xwe yên li Yemenê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de wiha hatê gotin: "Li Yemenê di 3 salên dawî de 273 felca zarokan hate tomarkirin hatin, ji ber krîza mirovîya berdewam û kêmbûna rêjeya derzîlêdanê, têkoşîn didomîne."

Daxuyaniyê bal kişand ser vê yekê ku ji ber felca zarokan li Yemenê jiyana gelek zarokan di xetereyê de ye û hişyarî da û got: “Ev nexweşî dibe ku bibe sedema felcbûna mayînde, bêderman an jî mirinê, ku encax bi derzîlêdanê dikare pêşî li vê yekê were girtin."