Li Yemenê di du mehên ewil ên salê de 47 zarok hatin kuştin

Li gorî UNICEF’ê hejmara zarokên ku di mehên Çile û Sibatê de li Yemena ku bi salan e şerê navxweyî lê didome hatine qetilkirin gihaye 47’an.

Navenda Nûçeyan- Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber zêdebûna tundiya li Yemenê hejmara zarokên jiyana xwe ji dest d ane û birîndarbûne zêde bûye û got, "Encama wê ji bo bi milyonan zarok û malbatan xeternak e." UNICEF'ê ragihand ku li Yemenê tenê di du mehên destpêka sala 2022'an de herî kêm 47 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Di 10 salan de zêdetirî 10 hezar zarok hatin qetilkirin

UNICEF'ê bi bîr xist ku di 10 salên dawî de zêdeyî 10 hezar zarok hatine qetilkirin û fikarên xwe bi gotina, "Hejmarên rast îhtîmal e ku gelekî zêdetir bin” anî ziman.

Banga hestiyariyê

“Piştî dijwarbûna pevçûnên di sala 2021’an de, tundî îsal jî berdewam dike û wek her car beriya her tiştî zirarên herî mezin zarok dibînin. UNICEF’ê got li Yemenê tundî, belengazî, komkujî bûyê tiştekî asayî û ji bo milyonan zarok û malbatan encamên xirab avakiriye,” ji bo zarokên Yemenê banga hestiyariyê kir.