Li Yemenê di 6 mehan de 63 hezar bûyerên kolerayê hatin dîtin

Hat ragihandin li Yemena ku şerê navxweyî lê dewam dike ji serê sala 2024’an vir ve zêdeyî 63 hezar bûyerên kolerayê hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan - Ji ber şerê navxweyî yê ku ev nêzî 10 sal in berdewam dike, Yemen di warê şert û mercên mirovî û tenduristiyê de yek ji aloztirîn qeyranên cîhanê dijî. Li welatê ku ji ber şer gelek şewb belav bûne, ji destpêka sala 2024'an û vir ve zêdebûneke girîng a bûyerên kolerayê tê dîtin.

Doktorên Sînornenas (MSF) têkildarî bûyerên kolerayê yên li Yemenê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li Yemena ku 22 bajarên wê hene li 20 bajaran bûyerên kolerayê zêde bûne. Di daxuyaniya ku di nav de daneyên rayedarên herêmî jî hene, hat destnîşankirin ku li welat ji serê salê heta 31’ê Gulanê zêdetirî 63 hezar bûyerên kolerayê hatin dîtin.

Tenê ji sedî 51’ê saziyên tenduristiyê li welat bi tevahî dixebitin, û ji sedî 36 ji saziyên tenduristiyê xizmetên sînordar pêşkêş dikin.