‘Li Xezayê zêdetirî 17 hezar zarok hatin qetilkirin’

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, piştrast kir ku li Zivala Xezayê ji destpêka şer ango ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta nîvê meha Hezîranê 17 hezar û 121 zarok hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê de bi mehane didome. Bi hezaran kes hatine qetilkirin, birîndar bûn û winda bûn, binesaziya bajêr hema bejê bi tevahî hilweşiya û qeyrana mirovî ya ku gel rû bi rû ye hîn zêdetir xirabtir bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di raporek nû ku roja 23’ê Hezîranê hate weşandin de, diyar kir ku li Zivala Xezayê ji destpêka şerê ku zêdetirî 20 mehan didome heta nîvê meha Hezîranê 17 hezar û 121 zarok hatine qetilkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku temenê zarokan ji yek rojî heta 17 salî diguhere û zayend û hejmarên nasnameya zarokan hatine diyar kirin.

9 hezar û 126 jin hatin qetilkirin

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku di heman wextê de 4 hezar û 137 jê jinên ji temenê 60 salî mezintir bi giştî 9 hezar û 126 jin hatine qetilkirin û hejmara giştî ya mexdûran bû 55 hezar û 998 kes.

Rewşa li Zivala Xezayê karesetek e

Berdevkê Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir rewşa li Zivala Xezayê karesetek e û destnîşan kir ku quralên herî bingehîn ên şer û hiqûqa navneteweyî bi rêjeyek giring hatiye binpêkirin.

Her wiha hate ragihandin ku çend hefteyê sotemenî nekeve Xezayê û xebatkarên alîkariya mirovî hewl didin piştrast bibin ku rezervên heyî ji bo xebitandina stasyonên ava vexwarinê têrker bin. Di heman demê de hate diyar kirin alîkariya mirovî ya ku ji hêla rêxistinên mirovî ve li Xezayê tê belavkirin, pêdiviyên jiyanê yên sereke pêknayne.