‘Li Xezayê xela ji bakur belavî başûr bû’

Raportorên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku mirina ji ber kêmxwariniyê ya li Zîvala Xezayê ku Îsraîl êrîşên xwe lê didomîne, xela ji bakur heta navend û başûrê Xezayê belav bûye.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Ji ber êrişan der barê xelayê de, raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniya nivîskî ya hevpar dan.

2 pitik û zarokek ji ber kêmxwariniyê jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li nexweşxaneya El Aksa ya li bajarê Deyr el-Belah di 30’ê Gulanê de pitikek 6 mehî, di 1’ê Hezîranê de zarokek 13 salî, li Xan Yûnisê li konên ku Filistîniyên ji cihê xwe bûne lê diman di 3’ê Hezîranê de zarokek 9 mehî ji ber kêmxwariniyê û ji ber tedawî nedîtiye, jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş nîşan didin ku xela heye, tu guman nemaye ku ji bakur heta navend û başûrê Xezayê belav bûye.  Îsraîl li hemberî Filistînê bi zanabûn û hedef kampanyaya birçîhiştinê dide berdewamkirin.

‘Bê çalakîtî hevkariya sûc e’

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku pêkanîna Îsraîlê ya ‘forma tundiya qirkirinê’ ya birçîhiştinê, bi temamî, Xezayê ber bi xelayê ve dibe. Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku divê alîkariyên mirovî bigihîjin Xezayê, Îsraîl dawî li dorpêçê bîne û agirbest pêk were. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha piranî zarok 34 Filistînî ji ber kêmxwariniyê jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Bê çalakîtî hevkariya sûc e.”

Koordînatorê Alîkariya Lezgîn û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyariya Karên Mirovî ya NY’yê Martin Griffiths ragihandibû ku tê texmînkirin li Xezayê zêdeyî milyonek mirov di nîvê maha Tîrmehê de wê bi  mirin û birçûbînê re rûbirû bimînin.