Li Xezayê têkiliyên jinên Filistînê bi hawirdora dijital re hat nîqaşkirin

Weqfa Filistinyat bi sernavê "Hebûna jinên Filistînî bi hawirdora dîjîtal" li Xezayê rojeke lêkolînê li dar xist.

Xeza - Weqfa Filistinyat bi hevkariya Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha El-Îsra bi sernavê "Hebûna jinên Filistînî bi hawirdora dîjîtal", bi beşdariya endamên saziyên jinan û xebatkarên medyayê rojeke lêkolînê li dar xistin.

"Em giringiyê didin dadmendiya civakî"

Edîtora Tora Newa Şêrîn Xelîfa got ku ev hevkarî beşek ji însiyatîfa jinên Filistînî ye ji bo veberhênana nifşên ciwan û wiha pê de çû: "Em hewl didin ku bi bernameyeke nîqaşê em fikra wan a li ser jin û civakê biguherînin. Bi rêya tora Newa û bernameyên me, em hewl didin ku wêneyekî cuda ji jina Filistînî pêşkêş bikin bi nêrîna ku ew ne jineke lawaz û ew jî êş û azaran dihesîne û di hûrgiliyên wê de dijî û hewl dide li ber xwe bide û zehmetiyan derbas bike. Jinên Filistînê jêhatî û biryarder in. Em hewl didin dadmendiya civakî ji bo hemû beşên civakê bidest bixin û divê yasa her tiştî birêve bibe."

"Min bernameya dabînkirina derfetên kar organîze kir"

Rêvebera Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Yasayî û Parastina Jinan Zeyneb El-Xenîmî diyar kir ku tundî astek aborî û zanistî nizane û wiha lê zêde kir: "Jina Filistînî her çiqas li derveyî malê nexebite jî ew di warê aborî de bi perwerdekirina zarokên xwe û xizmetkirina malbata xwe berhemdar e, lê mixabin civak vê yekê nas nake. Dema min biryar da ku beşdarî hilbijartinên 2005'ê bibim, tevî hemû xizmetên ku me pêşkêşî wan kiribûn jî, çend jin jî dengên xwe nedan min. Min bernameya bêkariyê organîze kir ji bo dabînkirina ji sedî 40 ji derfetên kar ji bo jinan. Mêr di civaka me de tê zanîn ku xwedî bandor û hêzeke darayî ye û ji aliyekî din ve nirxa naskirina hilberîna jinan dê yasayan biguhere, di nav de Zagona Rewşa Kesane. Ger jin beşdar bibin û bi mêran re hevkariyê bikin, dê pirsgirêk kêm bibin."