Li Xezayê tabloya giran: Zarok ji birçîna dimrin

Birçîbûn laşên jin û zarokên li Xezayê dixwe, rûyekî ku ji wêranî û bombebarana şer wêrankertir e nîşan dide.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Îro li Xezayê ne tenê bombebaran, birçîbûn jî mirovan dikuje. Birçîbûn, veguherî çeka herî kujer a jin û zarokan beriya hemû tiştê dikuje. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve, karesata mirovî veguherî rewşekî tevlihevtir; bombebaran dibe sedema qetilkirina mirovan, dorpêç bajaran difetisîne û xela jî kesên rizgarbûyî ber bi mirinê ve dibe. Di nava vê trajediya mezin de, çîrokên dayikan, mîna mîrateya bêçaretî û windabûyî xuya dibe; her yek ji van birînek nayê jêbirin digre û qîrînên jinan dengvedanek nabîne.

‘Zarokê min ji bo ‘nan’ mir’

Nora El-Lahham a ji Beyt Lahiyê koçî Xezayê bû, heta niha şahidiya rastiya herî bêrehm dike. Nora El-Lahham, bi çavekî tijî hêsir wiha diaxive: “Ez neçar mam şahidiya qîrîna 5 zarokên xwe yên ji ber birçîbûnê bikim. Min hewl da hinek tiştan ji bazarê bikirim lê bihayên tiştan pir bilind bû. Kurê min ê 14 salî êdî li hemberê birçîbûnê li ber xwe neda û bi biryar bû ku ji bo alîkariyê biçe herêma Zikimê. Ev herêm gelek bi xeter bû, xefika mirinê bû. Min destûr neda lê çû û careke din venegeriya. Kurê min di êrîşek de mir, cenazeyê wî anîn malê. Zarokê min ji bo nan mir. Gelo ez ê vê yekê çawa qebûl bikim? Gelo ez çawa dikaribim bibêjim ku kurê min ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da?”

Nora El-Lahham, cilê kurê xwe yê bi xwîn girt û bi xemgîniyek mezin axivî: “Şer hemû tiştan wêran dike. Ez bi şev cilê kurê xwe hembez dikim û radizêm û xeyal dikim ku kurê min vegere. Êdî yekane daxwaza min ew e ku zarokên min ji ber birçîbûne nemirin.”

Birçîbûn ji bombebarenê zehmetir e

Yasemîn Salha jî da zanîn ku birçîbûn ji bombebaranê zehmetir e û di nava bêçaretiyê de ye wiha axivî: “Hemû kesên li Xezayê birçî ne. Ez gelek caran fikirîm biçim cihê xalên alîkariyê,lê temenê min gelek mezin e û hêza min têr nake. Ez ji ber ku gelek ditirsim tiştek ji zarokên min were, zarokên xwe jî naşînim. Xezayê tu caran kesên birçî û hewcedar vala nedişand. Lê îro em weke gelê Xezayê hewceyê xurekê ne. Min bi çavên xwe dît, dayik li şûna şîr çay didin zarokên xwe. Zarok ji birçîbûnê digrîn. Kijan peyv dikare pênaseya bêçaretiya dayikek ku nikaribe şîr bide zarokên xwe bike?”

Li gorî rapora Save the Children a meha Tîrmehê, ji sedî 43 jinên ducanî û şîrdêr kêmbûna xurekê ya gef li jiyan û zarokên wan dixwe, dijîn. Di heman demê de Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî belge kir ku çaryeka zarokên di bin salekê de pir zêde qels in û jinên ducanî yan jî şîrdêr jî heman rewşê dijîn. Ev yek nîşan dide ku qeyran ne demkî ye, demdirêj e; bihayê ard sê qat zêde bûye û di piraniya malbatan de parvekirina xurekê tenê ji bo danek e. Ev yek jî nîşan dide ku li Xezayê birçîbûn ne tenê encama dorpêçkirin û bombebaranê ye, di heman demê de veguheriye amûrek bi pergalî ya şer.

Bêçaretiya li hemberê birçîbûna zarokan

Tehane Awwad, di destpêka temanê xwe yê 30 salî de, bi zarokên xwe re trajediyek din dijî. Tehane Awwad, bi awayekî hestiyar wiha diaxive: "Ez carna ji bo zarokên xwe perçeyek şîraniyê dixwazim. Gava ku zarokên min perçeyek nan dixwazin, ez dixwazim bikevim binê erdê. Gelo hûn dizanin dema zarokek ji dayika xwe re dibêje ‘ez birçî me’ û dayik nikare tiştek bide hestek çawa ye? Ez vê demê xwe bê nirx hîs bikim.”

‘Gelo em ê çawa bijîn?’

Tehane Awwad, bazara li Xezayê mîna sehneyeke dijwar a newekheviyê pênase dike û dibêje: "Dema hinek berhem tên, bihayên wan pir bilind e. Ez dema diçim bazarê, li ber tiştan disekinim û nikarim tiştek bikirim. Ji bo me nan bûye lukseke mezin. Gelo em ê çawa bijîn? Gelo sûcê me çi ye em birçî tên hiştin?”

Birçîbûn mîna çekekî şer tê bikaranîn

Ya herî xeter, birçîbûn êdî ne bandoreke ji ber şer e, veguheriye amûrek şer. Xwegihandina xurek û dermanan tê astengkirin, bihayên ard pir zêde bûye û xwarina pitikan jî hatiye rewşa nayê bidestxistin. Ev rewş, nîşan dide ku şer ne tenê leşkeran, dayik û pitikan jî hedef digre.

Li Xezayê, dayikek tenê ji ber hilweşîna xaniyê xwe nagirî, ji bo zarokek ku ji ber nan jiyana xwe ji dest daye digrî. Nora El-Lahham kurê xwe winda kiriye û Yasemîn Salha jî ditirse ku zarokên wê ji birçîna bimrin. Tehane Awwad, li hemberî birçîbûna zarokên xwe bêçare dimîne. Li pişt van dengan; nîv milyon mirovên ku di nava birçîbûnê de dijîn hene; jinên ducanî û zarokên di bin temena 5 salî de…

Li Xezayê birçîbûn, veguheriye çekekî ku hewl dide gel teslîm bigre. Gava ku cîhan mexdûrên bombebaranê dihejmêre, mexdûrên din jî bi awayekî bêdeng di gorên birçîbûnê de tên veşartin.