Li Xezayê li ser xurtkirina berpirsyariya mafên jinan civîn hat lidarxistin
Tora Wîsal a Komeleya Çand û Ramana Azad civînek perwerdeyê li ser xurtikirina berpirsiyariya ji bo mafên jinan li ser astên neteweyî û navndewletî li dar xist.
NEXEM KERACA
Xeza - Tora Wîsal a Komeleya Çand û Ramana Azad bi sernavê "Beşdarbûna jinên Filistînî di mijarên jin, ewlehî û aştiyê de li herêmên dagirkirî yên Filistînê bi navê “Em bi hev re têbikoşin", di çarçoveya projeya "Jin, Ewlekarî û Aştî" de civîneke perwerdeyê li ser xurtkirina berpirsiyariya ji bo mafên jinan li ser astên neteweyî û navndewletî, bi hevkariya Rêxistina Oksfam a Navdewletî li dar xistin.
"Proje dê bi gelek çalakiyan armancên xwe pêk bîne"
Fatima Zereb got ku Tora Wîsal bi armanca parastina jinan ji tundî û binpêkirina mafên mirovan, çalakbûna rola saziyên civaka sivîl, jin û ciwanan ji bo belgekirina binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî û xurtikirina berpirsiyariya ji bo mafên jinan li ser astên neteweyî û navndewletî li ser bingeha qanûnên navneteweyî, projeya "Jin, Ewlekarî û Aştî" pêk tîne û wiha pê de çû: "Proje ji bo ku bigihîje armancên xwe dê bi komek çalakiyên ku dê bi hevkarî bi ciwan, endam û civakê re bêne meşandin bixebite. Çalakî di temrînên avakirina kapasîteyê de, pêkanîna kampanyayên parêzvaniyê, atolyeyên bilindkirina hişmendiyê û organîzekirina danişînên diyalogê û gotûbêjan bi endamên civakê re, tên temsîlkirin."
"Kampanyayên hişyarkirinê dê bên hilbijartin û bi riya tora Wîsal bên cîbicîkirin"
Yek ji perwerdekaran, endama Komîteya Bihêzkirina Berxwedana Serdemê Mîrîhan Seqir got ku ew di perwerdeyeke bi mebesta bilindkirina rola jinan a di warê parastin, zext û hişyariyê de ne û wiha berdewam kir: "Demjimêra perwerdeyê sê roj li pey hev e, piştî wê jî sê destpêşxer an jî kampanyayên hişyarkirinê dê bên hilbijartin ku ji aliyê ciwanan ve bên hilbijartin û bi riya tora Wîsal bên cîbicîkirin, da ku rola jinan di civakê de bê xurtkirin."
"Perwerde ji bo hişyarkirina jinan e li ser şîdeta li ser bingeha zayendî"
Yek ji perwerdekaran Sifeya El-Leham anî ziman ku perwerde ji bo hişyarkirina jinan li ser şîdeta li ser bingeha zayendî di warê cudakirina zext û parêzvaniyê, pîvanên pêwîst ên ku di civakê de hene ji bo parastina jinan ji şîdetê, destnîşankirina prensîbên sereke û xebata zêdetir li ser zext û parêzvaniyê hat.