Li Xezayê krîza mirovî her diçe dijwartir dibe
Ji ber dorpêçkirin û girtina deriyên sînor, krîza xwarin, av û tenduristiyê li Xezayê her diçe xirabtir dibe. Karbidest dibêjin ku bi milyonan Filistînî ji pêdiviyên bingehîn bêpar in, daneyên NY’ê jî nîşan didin ku binesaziya bajar bi piranî wêran bûye.
Navenda Nûçeyan – Rewşa mirovî li Xezayê bi awayekî berbiçav xirabtir dibe. Krîzên tenduristî û xwarinê gihîştine astên herî bilind. Bangên ji bo destwerdana navneteweyî zêde dibin, daxwaza vekirina bendên derbasbûnê û bidawîanîna tiştê ku wekî "siyaseta sîstematîk a birçîbûnê" tê binavkirin dikin.
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê diyar kir ku herêm ji ber dorpêça Îsraîlê û xalên derbasbûnê yên piranî girtî ne, bi karesateke mirovî ya berfireh re rûbirû ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 2.4 milyon Filistînî ji xwarin, derman û sotemeniyê bêpar in.
Rayedar astengkirina alîkariya mirovî ya bingehîn wekî "cezaya kolektîf ê li gorî qanûna navneteweyî qedexe ye" bi nav kir û zêdebûna rêjeya birçîbûn û kêmbûna xwarinê, nemaze di nava zarok û extiyaran de, girtina nanpêjxaneyan û kêmbûna pêdiviyên xwarinê yên bingehîn destnîşan kir.
Sîstema tenduristiyê ji ber kêmbûna derman û pêdiviyên tibî bi lez hildiweşe, binesaziyê zirar dîtiye û krîza koçberiyê berdewam dike. Her wiha hişyarî hat kirin ku tiştên diqewimin êdî ji pênaseya "dorpêçkirina klasîk" derbas bûye, veguheriye “siyaseta birçîbûn û sînordarkirinê.”
Binesazî hilweşiyaye
Berdevkê Şaredariya Xezayê diyar kir ku krîza avê her diçe xirabtir dibe, cudahiya di navbera pêdiviyên avê û çavkaniyên berdest de ji sedî 50 derbas kiriye. Her wiha ragihand ku ji ber êrîşên berdewam binesaziyê gelek zirar dîtiye, ji 86 bîrên bajar 72 nayên bikaranîn.
Hat gotin ku bîrên mayî jî ji ber qutbûna elektrîkê û kêmbûna sotemeniyê nikarin bixebitin û destûr nayê dayîn ku alavên pêwîst ji bo tamîrkirina torên avê yên zirardar werin gihandin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, bi qasî ji sedî 90 binesaziya av û kanalîzasyonê ya Xezayê zirar dîtiye.
Hejmara kuştiyan zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di demjimêrên dawî de ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê 3 Filistînî hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne. Hejmara miriyan gihîştiye 72 hezar 740 û hejmara birîndaran jî gihîştiye 172 hezar û 555’an.