Li Xezayê Konferansa Parastina Mafên Jin û Zarokan hat lidarxistin

Di Konferansa Parastina Mafên Jin û Zarokan de ji bo parastina jîngeheke bê tundî û metirsî li gorî qanûnê banga parastina navneteweyî hat kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Ji ber ku parêzvanên mafên jin û zarokan bi gelek binpêkirinan re rû bi rû mane, Komeleya Eyşe ya Parastina Jin û Lênêrîna Zarokan ji bo avakirina tora parastina jinan ji bo ku bibe mertalê parastinê ji jin û zarokan re dixebite.

Komeleya Eyşe ya Parastina Jin û Lênêrîna Zarokan konferans û pêşangehek wêneyan di bin navê "Parastina Parêzvanên Mafên Jin û Zarokan" li dar xist û daxwaza parastina navdewletî ji bo parêzvanan kir.

Nûnera Weqfa “Keyfîna Til Keyfîna” Rena El-Erce diyar kir ku êrîşên sîstematîk ên ku bi parêzvanên femînîst re rû bi rû ne, di pêvajoya têkoşîna femînîst de yên herî xirab in, ji ber ku rastî gefên kuştinê û îftirayê tên û wiha pê de çû: “Divê femînîst bên parastin. Parêzvanên jin rastî gelek binpêkirinan tên, wek qedexekirina çûnûhatinê, azadiya tevgerê, girtin û çavdêriya tund û tundiya dijîtal. Bang li rayedarên Filistînê dikim ku ji bo parêzvanên mafên jinan mekanîzmayên parastinê aktîf bikin.”

Beşdarên konferansê tekezî li ser berdewamiya têkoşîna ji bo maf û pirsgirêkên jin û zarokan û xurtkirina rola parêzvanan kirin.

Lêkolîner Tehanî Qasim gotarek lêkolînê pêşkêş kir ku tê de rastiya parêzvanên mafên jin û zarokan ronî dike û bi riya wê daxwaz kir ku çarçoveyek yasayî ya ku parastinê peyda dike da ku berpirsiyariya sûcdarên tawanan misoger bike û aktîvkirina rola medyayê di belavkirina van pirsgirêkên civakî de.

Seroka Lijneya Rêvebir a Komeleya Eyşe Texrîd Cuma destnîşan kir ku parêzvanên mafên jin û zarokan li seranserê cîhanê di bin metirsiyê de ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Parêzvanên jin ji ber urf û adetên keveşopî û rolên qalibane di malbat û civakê de, bi mebesta ku wan ji berdewamkirina tekoşîna femînîst rawestînin, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di van demên dawî de tundiya li dijî çalakvan û pêşengên jin zêde bûye, bêyî ku rayedar li gorî binpêkirinên ku tên kirin tevbigerin û helwestek nîşan bidin.”

Xebatkara Civakî Ayet Ebû Cîab eşkere kir ku di konferansê de li ser rastiya jinên ku di civaka Filistînê de hatine çewisandin, xerabûna rewşa ewlehiyê û metirsiya nêz a li ser jiyana parêzvanên mafê jinan nîqaş hatin kirin û wiha anî ziman: “Di konferansê de mijara urf û adet û rola rêxistinên jinan di parastina jinan de hate nîqaşkirin û bal hat kişandin li ser aliyê mafên mirovan û hişyariya yasayî di parastina jinan de.”

Lêkolînera femînîst Hedaya Şemûn got ku ew bûne şahidê zêdebûna şîdet û metirsiya li ser parêzvanên mafên jin û zarokan û ev mijar gelekî xeternak e û wiha axivî: “Jin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, di nav wan de zewaca di temenê biçûk de û bêparkirina wan ji mîrasê. Ji bo maf û pirsgirêkên jinan parastineke rast û berdewam pêwîst e û eger şîdeta li ser bingeha zayendî berdewam bike civak pêş nakeve.

Divê piştgirî û parastina jinan bê kirin ji bo ku bigihêjin jiyaneke ku edaleta civakî tê de serdest be.”