Li Xezayê konferansa “Mafê Jinan a Jiyanê” hat lidarxistin

Di konferansa "Mafê Jinan a Jiyanê" de banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêşxistina çanda rêzgirtina ji serweriya hiqûqê, zêdekirina hişmendiya civakê û pêwîstiya bidawîkirina parçebûna Filistînê hat kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Filistîn di van demên dawî de bûye şahidê zêdebûna rêjeyên şîdeta li dijî jinan û qetilkirina jinan. Di 21’ê Mijdarê de Navenda Filistînê ya Mafên Mirovan, di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê de, konferansek bi navê "Mafê Jinan a Jiyanê" li dar xist.

Rêvebera Tîma Karûbarên Jinan Nadiya Ebû Nehle diyar kir ku dagirkerî mezintirîn tundiya ku jiyana jinan dixe metirsiyê ye, ji ber ku rêjeya herî mezin a ku bi êrişan re tên hedefgirtin jin in.

Parêzera Yekîneya Jinan Aya El-Wekîl da zanîn ku nebûna yasayên ku jinan ji tundiyê bi taybetî ji tundiya nav malê diparêze, her wiha lawazbûna bernameyên bihêzkirina aborî û civakî dibin sedem ku bûyerên tundiyê zêde bibin.

Rewşa jinan a li Filistinê hat nîqaşkirin

Rêvebera Yekîneya Jinan Muna Şewa eşkere kir ku konferans di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya ku li piraniya welatên cîhanê çalak e li ser mijara tundiyê û derxistina wê ji qada taybet bo raya giştî hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Di konferansê de daxwaza parastina jin û keçan û pêşxistina edaleta tawanan bi armanca rakirina tundiya li ser wan hat lidarxistin. Rêxistinkirina konferansê li ser esasê wê yekê hat ku mafê jiyanê yek ji mafên herî berçav ên binpêkirî yên jinan e. Tevî peymanên navneteweyî ku mafên jinan û bidestxistina wan garantî dike, diyardeya tundî û kuştinê her ku diçe zêde dibe û dibe sedema jihevketina tevna civakî û bêewlehiyê. Me bi rêya konferansê xwest ku rastiya jinê ya li Filistînê bi taybetî li Xezayê were nîqaşkirin. Em di civakekê de dijîn ku li ser bingeha desthilatdariya mêr û pabendbûna wî bi çanda serdest û kevneşopiyên kevnar ên ku şîdetê teşwîq dikin.”

Jin li dijî tundiyê têdikoşin

Lêkolîner Macîde Şehadê got ku fikra konferansê ji bûyerên tundî û kuştina li dijî jinan di van demên dawîn de, her wiha hewldanên xwekuştinê yên ji ber kombûna zextên derûnî û reva ji rastiya civakî ya dijwar tê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em çalakiyek civakî saz dikin ku tê de çalakvanên navdar û çalakvanên mafên mirovan ji civaka Filistînî tê de hene ji bo gotûbêjkirina rêyên baştirkirina rewşa jinan û parastina mafên wan.”

Rêvebera Yekîneya Karûbarên Jinan a Wezareta Karên Hundir Meryem El-Burş jî wiha axivî: “Em hewl didin ku li dijî her cure tundiya li ser jinan, bi taybetî kuştin têbikoşin. Daxwaza guhertina yasayên ku neheqî li jinan dikin û cîbicîkirina wan li hemû welatan dikim, ji ber ku hemû peymanên navdewletî û cîhanî tekezî li ser mafên jinan û pêwîstiya rûbirûbûna tundûtûjiya li ser wan dikin.”