Li Xezayê jin û zarok bûn hedef: 73 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa Îsrailê yê li ser Meşrû Beyt Lahiya de piranî jin û zarok 73 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrişan pergala tendirûstiyê hilweşiya, nexweşxane hatin valakirin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xazayê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha bi awayek bê navber berdewam dike.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Medyayê de, hat diyarkirin ku balafirên şer yên Îsrailê li ser cihê bicihbûnê yên Meşrû Beyt Lahiya êrişên dijwar pêkanî. Di êrişa li dijî Meşru Beyt Lahiya ya li Bakûrê Zîvala Xezayê de herî kêm 73 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êriş bi hemwextî hilweşandina pergala tendirûstiyê ya li Bakûrê Xezayê hatiye pêkanîn û hat detsnîşan kirin ku Îsrail ji xebatkarên tendirûstiyê xwestine nexweşxaneyan demildest tehliye bikin, ketina sotemeniyê di nexweşxaneyê de hatiye astengkirin. Di heman demê de li herêmê xizmeta înternet û xwegihandinê hatiye qutkirin, bi vî awayî bûye sedemê kîrzek kur ya mirovî. Di daxuyaniyê de qetliamên li dijî jin û zarokan hate şermezarkirin û bang li civaka navnetewî hat kirin.