Li Xezaye jin bi mirinê re rû bi rû ne

Li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê qeyrana aborî roj bi roj mezin dibe, ev rewş bi awayekî kûr bandor li jinên Filistînî dike.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, bi boneya "8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê" der barê tiştên ku jinên Filistînî yên li Xezeyê ku ev 5 meh in di bin êrîşên Îsraîlê de dijîn û mehkûmê birçîbûnê hatine, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji sedî 49’ê nifûsa Xezeyê jin pêktînin û wiha hat gotin: "Li Zîvala Xezayê 60 hezar jinên ducanî rastî kêmxwarinî, dehîsrasyon û kêmbûna lênerîna tenduristiyê ya guncav tên. Ji wan nêzî 5 hezaran her meh ji ber bombebaran û koçberbûnê di nava şert û mercên zehmet, bêewle û bêtendurist de zarok tînin.”

9 hezar jin jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ji ber êrîşên Îsraîl ên 5 meh in didomînin, tevahiya jinan ji ber xwarina kêm û bêtenduristî pirsgirêkên cidî dijîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di êrîşan de 9 hezar jin jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: "Bi taybetî Zîvala Xezayê hemû jinên Filistînî, ji ber êrişên Îsraîlê bi kareseta mirovî ya herî mezin a wek qetilkirin, koçberkirin, girtin, kurtaj, nexweşiyên şewb û mirina ji birçîbûnê re rû bi rû dimînin.”

Jin hewl didin xwe li jiyanê bigrin

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên jinan ên li seranserê cîhanê hat kirin ku ji bo demil dest dawî li êrîş û qirkirina Îsraîlê ya li dijî jinên Filistînî û malbatên wan bê anîn, bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin bi taybet li herêma Xezayê piştgirî bidin jiyan, tenduristî, derûnî û pêdiviyên civakî yên jinên Filistînî.