Li Xezayê ji bo xebatên hevpar ên femînîst komxebatek bi rêya înternetê hat lidarxistin

Navenda "Masarat" bi rêya sepana Zoomê ji bo gihandina stratejiyeke neteweyî ya çalakiyên hevpar, bi balkişandina li ser bihêzkirina jinan û beşdariya siyasî, komxebatek li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Navenda "Masarat" û Lêkolînên Stratejîk bi hevkariya Weqfa Aştiyê ya Martti Ahtisaarî di çarçoveya bernameya "Jin di belavkirina aştiyê" de bi navê "Eksên Belgeya Stratejîk a Xebatên Hevpar ên Femînîst " komxebatek bi rêya sepana Zoomê li dar xist.

Endama Meclisa Zagonsaz a Filistînê Xalîda Jerar got ku beşdarbûna jinan di siyasetê de di du waran de tê, ya yekem kolonyalîzm û dagirkerî ye û ya duyem jî rewşa navxweyî ye û wiha pê de çû: "Ez girtina xwe ya dawî ya ji ber beşdariya min a siyasî tu carî ji bîr nakim. Tevlîbûna jinan a siyasî hîna kêm e. Jin rastî hemû cureyên tundiyê tên, nemaze tundiya siyasî ji ber bîr û baweriyên xwe, dema ku nêrîna xwe tînin ziman ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve tên gazîkirin."

Rêvebera Komeleya Jinên Kedkar a Filistînê ya ji bo Pêşketinê Amal Xerîşe da zanîn ku diyarkerên giştî û objektîf hene ku tevlîbûna jinê ya siyasî qels dike, di nav de lawazbûna tevgera neteweyî.

Dr. Meryem Ebû Deqa eşkere kir ku jinên Filistînî beşeke bingehîn a têkoşîna siyasî ya giştî ne û wiha anî ziman: "Di çarçoveya Yekîtiya Giştî ya Jinan de krîzek heye, di feraseta pêşkeftî ya tevlîbûna jinan de paşveçûn û ne zelalî heye. Hebûna jinan di nava partiyan de roleke mezin di krîstalkirina kesayetî û yekkirina gotara jinan de dilîze. Ji bo rûbirûbûn û têkoşîna li dijî hêman û sedemên ku jinan vedigerînin divê însiyatîfên femînîst bê destpêkirin."

Rêvebira Giştî ya Weqfa Jinan a Filistînê Wefa Ebdulrehman destnîşan kir ku divê çavdêrî li ser biryarên sîstema siyasî hebe û wiha axivî: "Her kes biryarên Encûmena Navendî ya girêdayî jinan pesnê xwe dide, lê biryarên ku hatine paşguhkirin jî hene, wek biryara serokatiyê ya sala 2006'an derbarê beşdarbûna jinan di danûstandinan û lihevhatinê de, biryara hejmar 1325. Ez pêşniyar dikim ku biryar dubare were rweşandin."