Li Xezayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar û 654

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar û 654.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên 244 rojan ên li ser Zivala Xezayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de 6 êrîş li gelek deverên Xezayê pêk anîne û di van êrîşan de 68 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 235 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de hejmara mirîyan derketiye 36 hezar û 654’an û hejmara birîndaran jî derketiye 83 hezar û 309’an û hat bibîrxistin ku hêjî di bin kavilan û li keleka rê cenaze hene.