Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 36 hezar û 171

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 36 hezar û 171.

Navenda Nûçeyan-Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku 236 roj in berdevam dike daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nav 24 seetan de li hinek heremên Xezayê 6 “katlîam” pêk aniye. Hat ragihandin ku di êrîşan de 75 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 284 Filistînî jî birîndar bûne.

Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar û 171

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê pêk hatine de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 36 hezar û 171 û hejmara birîndaran jî bûye 81 hezar û 420. Hat bibîrxistin ku hê jî li kêleka rê û di bin xirbeyan de cenaze hene.

‘Saziyên xizmetên tendirustiyê bi zanebûn tên tunekirin’

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Qudra di daxuyaniyeke din a nivîskî de diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi zanebûn xizmetên tenduristiyê yên li bajarê Refahê û bakurê Zîvala Xezayê tune kiriye û wiha berdevam kir: “Îsraîl a dagirker li Refah û bakurê Zivala Xezayê hewl da hemû saziyên xizmetên tendirustiyê tune bike. Li Refah û bakurê Zîvala Xezayê xizmeta tendirustiyê nemaye.”

Banga der barê nexweşxaneya Sahrayê de

Eşref el-Qudra di berdevamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên cihên ku Îsraîl wek bi cihê”bi ewle” pênase dike û wiha got: “Îsraîla dagirker cîhanê dixapîne, dibejê ku hinek herêm bi ewle ne lê li wan herêman qetlîamên hovane dike.” Eşref el-Qudra ji bo nexweşxaneya Sahrayê, tîmên tendirustiyê, bajarê Refah û bakurê Zîvala Xezayê bang kir.

Eşref El-Qudra her wiha daxwaza vekirina korîdorên bi ewle ji bo hatina sotemenî û alîkariyên tendirustiyê kir û xwest gefên berdewam ên Îsraîlê li ser tîm û rêxistinên tendirustiyê bên rawestandin.