Li Xezayê hejmara kesên ji birçîna mirin derket 266’an

Di nava 24 saetên dawî de li Xezeyê ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye, 3 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dane derket 266’an.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên li Xezeyê ji birçînan jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe. Di nava 24 saetên dawî de 3 kesên din ji birçîna jiyana xwe ji dest dan û bi vê yekê re hejmara kesên ji birçînan jiyana xwe ji dest dane derket 266’an. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Munir el-Burş, têkildarî kesên ji birçînan jiyana xwe ji dest dane agahî da. 

Burş, got ku hejmara kesên li Xezeyê di bin dorpêç û êrişên Îsraîlê de ji birçînan jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û got: “Di nava 24 saetên dawî de 3 Filîstiniyên din ji ber birçîtî û kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dan.”  

Burş, got ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li Xezeyê 112 jê zarok bi giştî 266 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dane.