Li Xezayê di rojekê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 208 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên Îsraîêl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê didome de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de 40 lê zêde bûn û bû 54 hezar û 510’an.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiya Filistîn li Xezayê de, agahiyên dawî derbarê windahiyên canî û birîndarên êrîşên Îsraîl li Xezayê didome parve kir.
Hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 40 mirî û 208 birîndar anîne nexweşxaneyên Xezayê.
Di êrîşên Îsralê ku li Xezayê di agirbesta 19’ê çileyê di 18’ê Adarê de xirab kirî, hate diyarkirin ku 4 hezar û 240 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 12 hezar û 860 kes jî birîndar bûne.
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 54 hezar û 510’an, hejmara birîndaran jî bû 124 hezar û 901’an.
Êrîşî xala belavkirina alîkariyê hate kirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku artêşa Îsraîlê di saetên sibehê de li bajarê Refah yê başûrê Xezayê êrîşî Filistînyên li navendên belavkirina alîkariyan xwestin xwarin bigrin kir. Di êrîşê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara birîndaran ji 90’an bû 161.