Li Xezayê di nava 2 rojan de nêzî 159 hezar zarok hatin derzîkirin

Hat ragihandin ku li Zîvala Xezayê 158 hezar û 992 zarok di roja duyemîn a kampanyaya derzîlêdana felcê de hatin derzîkirin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji bo zarokên di bin 10 saliyê de ji aliyê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) tê organîzekirin kampanyaya derzîlêdanê hat organîzekirin. Hat diyarkirin ku gel eleqeyek mezin nîşanê vê kampanyayê daye.

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku di roja duyemîn a kampanyayê de li navenda Xezayê 158 hezar û 992 zarok hatin derzîkirin. Bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNWRA) li Zîvala Xezayê kampanyaya derzîlêdana felcê hat destpêkirin û zêdeyî 600 hezar zarokên ji 10 salî biçûktir di çarçoveya kampanyayê de cîh digrin. Tê plankirin ku kampanyaya derzîlêdanê heta 4’ê Îlonê bidome.

Kampanya derzîlêdana felcê ku ji bo zarokên di bin 10 salî re di êvara 31’ê Tebaxê de hatibû destpêkirin, li bajarê Xan Yûnis ê dikeve başûrê Zîvala Gazayê didome.