Li Xezayê 254 rojnamevan hatin qetilkirin

Hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de hatine qetilkirin giha 254’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê bê navber didome. Ofîsa Medyaya Hikumetê ya Li Xeza, daneyên herî dawî têkildarî hejmara rojnamevanên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane parve kir. Hate diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de herî dawî rojnamevan Yahya Barzaq û Samî Dawud jiyana xwe ji dest dane. Hate destnîşankirin ku hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha de di êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de hatin qetilkirin giha 254’an.

Di daxuyaniyê de agahiya ku Samî Dawut li Xezayê li ser navê kenala televizyona Ravafid di xebitî parve kir, Yahya Barzaq jî dema ji bo gelek medyayan di xebitî jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin, bang hate kirin ku divê Îsraîl ji sûcên sîstematîk ên li dijî rojnamevanan were cezakirin.