Li Xezayê 1,5 milyon kes bi nexweşiyên şewbê ketine

Hat ragihandin ku li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîlê lê berdewam dikin, hejmara kesên ji cihên xwe bûne û bi nexweşiyên şewbê ketine gihîştiye 1,5 milyon kesan.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve dest pê kirine, berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya herî dawî, hejmara kesên ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bûye 36 hezar û 731, hejmara birîndaran jî gihîştiye 83 hezar û 530 kesan. Di daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Hikumeta li Xezayê daye de bal hat kişandin ser nexweşiyên şewbê.

‘1,5 milyon kes bi nexweşiyên şewbê ketine’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nêzî 1,5 milyon Filistîniyên ji cihên xwe bûne, li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê, ji ber ku gelek caran ji cihê xwe bûne bi nexweşiyên şewbê ketine.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka êrişên Îsraîlê ve heta niha di nava Zîvala Xezayê ku nifûsa wê 2,4 milyon e, hejmara kesên ji cihên xwe bûne gihîştiye 2 milyon kesan. Her wiha di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku li Xezayê 3 hezar û 500 zarok bi birçîbûn bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji derveyî Zîvala Xezayê 10 hezar kesên ku nexweşên penceşêrê ne û pêwîstiya wan bi tedawiyê heye jiyana wan di metirsiyê de ye.

‘17 hezar zarok bê dayik û bav dijîn’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê 17 hezar zarok, ji ber êrişan an bê dayik û bav mane yan jî ji herduyan yek tune ye. Ji ber kêmaniya xizmeta tendirustiyê li Zîvala Xezayê 60 hezar jinên dudanî jiyana wan di metirsiyê de ye.