Li Wargeha Mexmûrê dewreya perwerdeya tendûristî

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku ji sala 2019’an ve di bin rêgirî, ambargoya PDK’ê de ye û gelek caran rastî êrişên hawayî ya dewleta Tirk hat rûxmê hemu êrişan di hemu qadên jiyanê de berxwedan didome.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku ji sala 2019’an ve di bin rêgirî û ambargoya PDK’ê de ye, hema hema rojane li ser ezmanên wî balafirên dewleta Tirk a dagirker digere û di pêvajoya ambagroyê de bi dehan li dijÎ wargehê êriş pêk hatin, gel di hemu qadan de li ber xwe dide. Yek ji qadên girîngtirîn a têkoşîna penaberên Mexmûrê qada tendûristî ye ku tenê di vê pêvajoya rêgiriya PDK’ê de bi dehan kes ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest dan ango nexweşiya wan girantir bû. Ciwanên wargeha Mexmûrê bi perwerdeya tendûristî hewl didin bigihin astekê ku mîna hemû qadan di qada tendûristî de jî têra xwe bikin.

Ji aliyê komîteya tendurustiyê ve bi beşdarbûna 25 ciwanên ji wargeha Mexmûrê bi navêpêşenga tevgera azadiya jin Şehîd Evîn Goyî ya di 23 Kanûna 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin dewreyek perwerdeya tendurustiyê di 12’ê Çileya 2023’an de hat destpêkirin.

‘Me dewre diyarî şehîdên nemir kir’

Hevberdevka Komîteya Tendurustiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver der barê armanca destpêkirina dewreya perdewerdeya tendurustî ya Şehîd Evîn Goyî de axivî û wiha got: “Wek komîteya tendurustiyê ji bo destpêkirina dewreya tendurustiyê ya alîkariya destpêkê di nava wargeha Mexmûrê de ji bo ciwanên wargehê me xwest em bidin destpêkirin. Gelek ciwanên wargehê hene dibistan qedandine nêzî 2-3 salan e nikarin biçin zanîngehan. Li ser vî armancî me xwest gelek kes hene di mal de ne dibe ku daxwaza wan ji bo fêrbûna tibî hebe, ji bo van ciwanan bibin bersiv û di hinek aliyan de em bibin alîkar me dest bi dewreya perwerdeyê kir. Me destpêkê di nava wargehê de belavok belav kirin, ji wargehê gelek serlêdan hatin kirin û piraniya xwe jî ji yên beşdar bûne jinên wargehê ne, ji bo ku di nava tax û kolanan de ji bo wargehê û gelê xwe bibin bersiv. Ji bo wê jî dewreyek 25 kesî ye ji ber ku em nikaribûn bibin qada tendurustiyê û xebatkar jî di aliyê hinek kesan de kêm in. Gelek serlêdan hatin kirin, xwestin beşdar bibin ji bo ku em bi wan re eleqeder bin hem wane hem jî pratîka gel wan jî lê em nikaribûn hejmarek zêde endaman bigrin. Ji bo wê me bi hejmarek kêm dest bi dewreya xwe kir. Bi şehadeta Şehîd Evîn Goyî jî me xwest em dewreya xwe li ser navê Şehîd Evîn Goyî ango diyarî şehîdên xwe yên nemir bikin.

‘Armanc ew e ku ciwan xwe di aliyê tibî de bi pêş bixin’

Bêrîvan Unver, diyar kir ku eleqeya jinên wargehê ji perwerdeya tibî re pir zêde bûye û wiha berdewam kir: “Dewre 12’ê Çileya 2023’an de hat destpêkirin, li ser waneyên tendurustî, anatomî, prosedurên perestariyê, pratîk û teorî jî ji bo endaman tê dayîn. Her waneyek hem perestar hem jî doktor beşdar dibin, hem waneyên teorî hene, piştî nîvroyê jî waneyên pratîk ji bo wan tên dayîn. Prosedurên tibî yek bi yek, xal, bi xal tên pêkanîn û vekirin, waneyên Îngîlîzî ne ji wan re wergerandine zimanê Kurdî û tê dayîn. Niha jî wek waneyên ku ji bo ku em bikaribin hem teorî ji bo ew xalên ku tê dayîn fêr bibin, ji bo wan jî hem li ser ceribandin û ji bo demên pêş de jî wê bikaribin hem di nav nexweşxaneyê de wek staj dest pê bikin. Daxwaza me jî ew e ku em bikaribin kadroyên nû ava bikin, di nava gel de ji bo gelê me bibin bersiv. Armanc ew e ku ciwan xwe di aliyê tibî de pêş bixin, bikaribin kêm zêde hinek tiştan fêr bibin.

‘Armanca me hemûyan ew e ku em alîkariya hev bikin’

Elîf Oden, yek ji wan jinên ciwan ên ku beşdarî vê dewreya perwerdeyê bûye armanca xwe ya ji bo beşdarbûna perwerdeyê wiha anî ziman: “Armanca me hemû jinan ew e ku em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribin gav bavêjin. Ji ber ku hêviya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji me jinan gelek e, dibêje ‘Jin jiyan e’, ji ber ku her tişt ji aliyê jinan ve tê avakirin. Hemu tiştên ku hatine avakirin di aliyê tendurustî de destpêkê jinan gav avêtine û heta ku hatine vê astê. Mînak di aliyê mamoste, perwerde û hemu aliyan de jin zêdetir gav diavêjin. Hem jin hem jî xwandekarên ciwan armanca me hemûyan ew e ku em di demên pêş de piştgirî û alîkariya hev bikin, çi ji destên me bê em ê bikin û nesekinin.”