Li Wanê pêkanîna JINKART careke din dest pê dike

Şaredariya mezin a Wanê dest bi pêkanîna JINKART ku jin dê bikaribin bê dayîna pere xwe bigihîjînin çalakiyên civakî û çandî, kir.

Navenda Nûçeyan- Civîna meha Hezîranê ya meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam dike. Di civîna meha Hezîranê ku madeyên rojevê yên girîng û raporên komîsyonê tên nirxandin de, ji bo jinan destpêkê JINKART di nav de gelek biryarên weke mizgînî hatin girtin. Di civîna ku li salona meclisê di serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal de hat lidarxistin de, di civîna 30’yemîn de, xebatên amadekariyê yên konseya bajar û der barê jinan de biryar hatin eşkerekirin.

 ‘JINKART dê tenê ne ji bo xwegihandinê be’

Neslîhan Şedal da zanîn ku li bajar bi awayekî cidî pirsgirêka xizanî û bêkariyê heye, der barê projeya JINKART ku Bekir Kaya û Hatîce Çoban dest pê kiribûn de ev agahî da:

“Dema mijar tê ser jinan, em rastî xizaniyek zêde ya kûr ku jin dikşînin tên. Ji ber vê jinên ku ji her qada jiyanê bê par mane, bi taybetî di qada xwegihandinê de pirsgirêkên gelek cidî dijîn. Ev pêkanîn wê ne tenê xwegihandinê pêk bîne. JINKART wê di heman demê de di xala beşdariya jinan di çalakiyên civakî û çandî de xizmeta bê pere bide. Ji niha ve em dibêjin pêkanîna JINKART ji bo jinan li ser xêrê be.”

Neslîhan Şedal bal kişand ser peymana Karê Giştî ku jin dikarin beşdarî qadên civakî bibin şaredariyê  îmze kiriye kir û wiha got: “Di çarçoveya vê peymanê de bi taybetî dê jin di rojên diyar de bi destûr bin. 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û mehê rojekê destûra reglê heye. Di vê bingehê de gelek projeyên me yên em bixin meriyetê hene. Me ji vê mehê ve bi lezgînî dest pê kir. Ji bo berfirehtir were meşandin, em ê çarçoveya Serokatiya Dîreya xizmetên civakê û jinan berfireh bikin. Ji kooparatîfên me bigre wê her curê atolyeyên berheman û atolyeyên perwerdeyê bi awayek bi lez werin vekirin.”

Mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê wê careke din pêşkêşî xizmetê bên kirin

Neslîhan Şedal da zanîn ku ji roja hatine ser erk ve heta niha di mijara xebatên der barê jinan de gelek daxwaz ji wan re hatine kirin û got:

“Hevdîtinên me bi jinan re berdewam dikin. Di heman demê de me li ser malperê maseya jinan ava kiriye. Em ji bo vê bingehek amade dikin. Li vê derê jin wê daxwazên xwe li ser vê maseyê bigihîjînin me. Em ji bi hevalên xwe yên di serokatiya daîreya eleqeder de di vê xalê de, xebatên xwe berdewam dikin.  Daxwazên jinan wê jinên xebatkarên me yên di vê xebatê re erk girtine, bigihîjîne me. Em jî hem weke komîsyona jinan, hem jî li ser hevalên xwe yên jin ên sekreteriya giştî hewl bidin bi awayekî bi lez xwe bigihîjînin van daxwazan. Saziyên me yên jinan hatibûn girtin. Ji ber vê ji bo em careke din van qadan vekin me dest bi xebatên lezgîn kir. Em ê qadên têkoşîna li dijî tundiyê di demek nêz de pêşkêşî xizmeta jinan bikin.”