Li Wanê li ser seyareya ku tê de penaber hebûn, gule hat reşandin

Li Taxa Karahîsar a Wanê ji aliyê cerdewan û leşkerên tirk ve gule li ser seyareya ku tê de penaber hebûn hat reşandin.

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Karahîsar a Wanê ji aliyê cerdewan û leşkerên tirk ve gule li ser seyareya ku tê de penaberên Efganî hebûn hat reşandin.

Di seyareyê de jin û zarok hebûn û li gor agahiyên destpêkê di encama êrişê de kesek jiyana xwe jidest daye û herî kêm 10 penaber jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku mudaxaleya lezgîn li birîndaran hatiye kirin û gelek ambûlans hatine taxê.