Li Wanê di 2 salên dawî de mirina 25 jinan wekî ‘mirinên bi guman’ hat tomarkirin
Li Wanê di 2 salên dawî de mirina 25 jinan wekî ‘mirinên bi guman’ hatine tomarkirin. Endama ÎHAMED’ê Medîne Turantaylak got “Tundiya li dijî jinan û mirinên biguman ên jinan, bi xemsariya di lêpirsînan de û polîtîkayên bêcezatiyê re kûrtir dibe.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê kuştinên jinan zêde dibe û beşek girîng a mirinên biguman ên jinan wekî xwekuştin tên tomarkirin. Kêmasiyên di lêpirsînan de, polîtîkayên bêcezatiyê û astengiyên li pêşiya gihîştina edaletê, dibe sedem ku mekanîzmayên parastina mafê jiyanê yê jinan bêbandor bibe. Tundiya li dijî jinan û lêgerîna wan a edaletê hê cihê xwe yê di rojevê de diparêze.
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di 9 mehên ewil ên sala 2026’an de li bajarên li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê 376 jin hatine kuştin. Her çend kiryarên 212 jinan diyar e jî 164 bûyer, wekî mirinên bi guman ên jinan hatine tomarkirin. Li Wanê jî di du salên dawî de mirina 25 jinan wekî mirinên bi guman hat tomarkirin. Em bi endama Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) Medîne Turantaylak re derbarê rewşa li Tirkiye û Wanê de axivîn.
Sedema zêdebûna tundiyê civakî û hiqûqî ye

Medîne Turantaylak, bal kişand ser zêdebûna mirinên bi guman ên jinan a li Wanê û destnîşan kir ku sedemên vê zêdebûnê him faktorên civakî û him jî yên hiqûqî ye. Medîne Turantaylak, wiha got: "Pêkneanîna dewletê ya bicihanîna erkên xwe yên erênî, dibe sedema înkarkirina rastiya ku li welat kuştina jinan heye. Dema ku jinek di bin şert û mercên bi guman de dimre, delîl di dosyayên lêpirsînê de di wextê xwe de nayên berhevkirin. Bûyerên ku beriya mirina jinê qewimîne, nayên lêkolînkirin. Gelo gef û tundiyek hebû, ger hebûya ji ku derê tê? Yek ji van mijaran jî, tu caran bi rêkûpêk û zû nayên lêkolînkirin. Lêkolîn nekirina van mijaran kiryaran bihêztir dike. Ger lêpirsînên pêwîst bihata kirin, dibe ku dosya bighîştina kiryaran an jî çîroka tundiya berê bê eşkerekirin û li gorî vê yekê polîtîkayên çareseriyê dikarin bên pêşxistin. Lê ji ber ku ev nayên pêşxistin, pirsgirêk derdikevin holê."
Jin rastî travmaya duyemîn tên
Medîne Turantaylak, diyar kir ku ji bilî bûyerên tundî, jin xwe tenê hîs dikin, tekez kir ku jin bi taybetî di warê gihîştina mekanîzmayên edaletê de xwe tenê hîs dikin û wiha pê de çû: "Bi taybetî li gund û navçeyan, mekanîzmayên gihîştina edaletê tune ne. Karmendên giştî yên berpirsyarê pêşîgirtina tundiyê, karê xwe bi rêkûpêk nakin. Em pir caran bi rewşên ku jina rastî tundiyê hatiye bêyî ku giliya wê bê girtin bi şandina malê re rûbirû dibe. An jî fermana parastinê tê dayîn, lê ji ber prosedûrek xelet a yasayî, em dibînin ku doza tundiyê dibe sedema mirinê. Bêguman dikarin pêşî li kuştinên jinan ên bi guman an jî kuştinên jinan bigrin. Bi awayekî rast û li cihê xwe sepandina tedbîrên ku di yasayên heyî de hatine pêşbînîkirin, şopandina binpêkirin û xebata bi baldarî û lezgîntir di dosyayên lêpirsînê yên mirinên jinan ên bi vî rengî de tê vê wateyê ku mekanîzmayên pêşîlêgirtinê dixebitin. Her wiha jin ji ber tundiya dubare travmayê dijîn û piştî ku rastî tundiyê tên, li qereqola polîsan, dozgeriyê û mekanîzmayên din ên sepandinê rastî travmaya duyemîn tên. Jin neçar dimîne ku tundiyê dîsa ji kesên cûda re vebêje. Piştre tiştê ku em jê re dibêjin travmaya duyemîn dibe sedema vekişînê û ji ber ku nikarin di nav vê astengiyê de bimînin, dibe sedema neçûyînê.”
Medîne Turantaylak, da zanîn ku gihîştina edaletê di destpêkê de tê wateya bikaranîna bi bandor a mekanîzmayên serlêdanê û piştre gelo fermana parastinê ya ku li gorî Qanûna Hejmar 6284 hatiye dayîn ji hêla rayedarên têkildar ve tê bicîhanîn an ne û kiryar binpêkiriye an ne. Medîne Turantaylak destnîşan kir ji ber prosedurên pêwîst bi rêkûpêk nayên şopandin, encamên wiha tên jiyîn.
Bandora zexta civakî
Medîne Turantaylak tekez kir ku mirinên bi guman ên jinan pir caran wekî "xwekuştin" tên veşartin û axaftina xwe wiha domand: “Gelek dezgehên medyayê û bi taybetî jî medyaya sereke, bi vî rengî nûçeyan çêdikin. Her çend em dibêjin 'qirkirinek jinê heye” jî rayedarên pêwendîdar vê yekê qebûl nakin. Bi rastî darizandin li gorî hêviyên me pêk nayê, rasterast ne qebûl kirina qirkirina jinê bi van rayedaran re girêdayî ye. Ger saziyên pêwendîdar qebûl bikin ku qirkirinek jinê heye û tedbîran bigrin, dê rewş pir cûda be. Lê di şûna vê yekê de par li Tirkiyeyê "Sala Malbatê" hate ragihandin. Mîna ku tu pirsgirêk nîne û ji derve li ser malbetê destwerdanek hebe... Piştî Sala Malbatê, hinek mirinên bi guman ên jinan wekî nakokiyên nav malbatî yên hêsan nîşan bidin. Ev rasterast bi polîtîkayên tên meşandin re lihevhatî ye. Lê belê li holê qirkirinek jinê heye û ev ne bûyerên takekesî ne. Ev ne tenê meseleya ewlehiya jin an jî pirsgirêkên jinan e. Ev pirsgirêkek tenduristiya giştî ya pir cidî ye. Pirsgirêka edaletê li vir ne tenê li ser edaletê ji bo jinan e. Ew rewşek e ku baweriya civakê ya bi edaletê xerab dike.”
'Divê piştî biryarê bê şopandin’
Medîne Turantaylak bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berê Tirkiyeyê ji ber ku di aliyê kuştina jinan de lêpirsînên bi bandor nekiriye û mekanîzmayên pêwîst bi bandor bikar neaniye, mehkûm kiriye û got: “Hinek rewş hene ku divê saziyên giştî û karmendên giştî yên xemsar in bên darizandin. Ger jinek here qereqola polîsan û bêje ku dixwaze biçe stargehek jinan û zaroka wê ya biçûk hebe, ji zarok re gotina 'tu nikarî herî, em dikarin tenê te bigrin' xemsarî ye. Ji ber ku bê guman ew dikare bi zaroka xwe ya biçûk re here. Dema ku ev pir eşkere be û berovajî vê bibe û di dawiya rojê de bûyerek pir xirabtir çêbibe û ew jin bê kuştin, wê demê divê ev karmendên giştî jî bên darizandin. Ez difikirim ku divê hemû karmendên giştî yên ku bi jinan re têkilî datînin ji sifirê ve derbarê yasa û prosedurên têkildar de bên perwerdekirin û têkildarî vê mijarê xebatên din bên kirin. Li aliyê din, divê rewş tenê wekî dosyayek dozê ya di bin Yasaya Hejmar 6284 de neyê dîtin. Divê dema ku li dosyayan tê nihêrtin, piştî nirxandinek baş biyar bê dayîn. Lê mixabin, em vê yekê nabînin. Di vê hêlê de li kêlaka dema ku biryar tên dayîn nirxandin tên kirin, pirsgirêka şopandina piştî biryar tên dayîn heye. Gelo binpêkirin çêbû an na, di çi rewşê de ye? Divê ev ji aliyê saziyên giştî ve bi bandor bê şopandin.”
'Efû kiryaran bihêz dike’
Medîne Turantaylak, bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê û axatina xwe wiha domand: "Jin, ji ber hesidiyê mêran nakujin, tenê mêr tehrîq dibe. Her tim mêr dihesidîn û nikarin tehemûl bikin û jinan dikujin. Ev di hinek rewşan de dibe sedema kêmkirina 'tehrîqa niheq'. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin û divê têgihîştina bêcezatiyê ji holê bê rakirin. Ji ber ku di encama van polîtîkayan de, kiryar difikire ku 'Ez ê bikujim, ez ê vê yekê bêjim, ji kêmkirina cezayê sûd bigrim û di demekî kurt de derkevim.' Divê di guhertinên dem bi dem tên kirin de, di rewşên wekî efû û kêmkirina cezayê de dozên tundiya li dijî jinan û kuştina jinan ji hev cuda bên girtin. Mînak kesê ku cezayê muebbetê girtiye û wê 30 salan di girtîgehê de bimîne, piştî 8 salan ji ber yasayek înfazê tê berdan. Ev dibe sedema fikra, ‘ger ez sûcek bikim jî, ez ê cezayek pir zêde negrin.’ Bi vî awayî kiryar hêz digrin. Ger ev hemû mekanîzma wekî tê xwestin bê pêkanîn, dikare bi bandor be.”
'Malbat di şûna kiryar de jinê sûcdar dike’
Medîne Turantaylak, da zanîn ku li Wanê mekanîzmayên gihîştina edaletê bi pirsgirêk in û diyar kir deverên nêzî navendê ne dikarin zûtir bighîjin edaletê, lê gihîştina navçe û gundên dûr pir dijwartir e. Medîne Turantaylak, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Meseleya baweriya bi saziyên giştî jî bandor li gelek rewşan dike. Fikara 'Gelo ew ê bikaribin biparêzin, dê piştre çi bibe?' yek ji sedemên vê zêdebûnê ye. Ez nikarim vê yekê ji bo tevahiya Wanê bêjim, lê em gelek caran dibînin ku jin ji ber zexta malbatên xwe giliyên xwe paşve dikşînin. Di heman demê de dema ku serlêdan dikin, ger malbata wan li pişt wan be, xwe pir bihêztir hîs dikin. Lê belê em gelek caran rastî rewşên ku dixwazin serlêdanên xwe veşêrin, bila ji malê re teblîgat neyê û ger bê dev ji serlêdanên xwe berdin, tên. Dema serlêdan tê kirin jî di bûyerên ku kiryar endamek malbatê be de, meclîsên malbatê dicivin, zextê li jinê dikin, li gorî normên civakî jinê sûcdar dikin, neçar dikin giliyê vekişîne û jinê sûcdar îlan dike. Em gelek caran serlêdanên bi vî awayî digrin.”