Li Wanê di 10 mehan de mirinên bi guman a jinan!

Endama Komeleya Jinan a Star Serhat Guvenç a ku diyar kir Tirkiye veguheriye goristana jinan, bal kişand ser zêdebûna qetlîamên jinan û mirinên bi guman ên li Wanê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di 10 mehên destpêkê ya salê de, 275 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Her roj herî kêm yek cînayetên jinan tê jiyîn, di meha Cotmehê ya îsal de li gorî Cotmeha 2021’an ji sedî 88 zêdebûn hat jiyîn. Li Wanê ku yek ji bajarên ku herî zêde ev zêdebûn lê hat jiyîn jî, di 10 mehên dawî de 15 mirinên bi guman ya jinan hat jiyîn.

Endama Komeleya Jinan a Star Serhat Guvenç a ku der barê mijarê de axivî, diyar kir ku ew nikarin serlêdanên di heyama dawî de li komeleyê hatine kirin bişopînin û rojane bi giştî 3 jin serî li komeleyê didin.

'Tirkiye veguherî goristana jinan'

Serhat Guvenç a bal kişand li welatê ku veguheriye goristanek jinan, bê îstîsna her roj cînayetek jinan an jî mirina bi guman a jinan pêk tê, da zanîn ku qetlîama jinan veguheriye pirsgirêkek gerdûnî. Serhat Guvenç a diyar kir ku bê îstîsna her roj jinan bi daxwazên çareserî û henberdanê serî li komeleya wan ya li navenda Wanê didin, da zanîn ku serlêdanên digrin bi piranî serlêdanên tundiyê ne.

'Mirinên tên jiyîn, tên normal kirin’

Serhat Guvenç, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rojane navînî 3 jin jî ji bilî tundiyê ji bo êrişa zayendî, hevberdan an jî der barê piştgiriya jiyana xwe serî li me didin. Wek me got edî qetlîamên jinan ewqas zêde bûn ku, tê xwestin ev qetlîam bên normalkirin û jirêze ben kirin. Civak jî bi vê pêvajoyê re, li dijî qetlîamên jinan yên tên jiyîn, bê hestiyar bûn û dest bi normal ditîna mirinan kir.”

'Gelek faktorên ku dibin sedema qetlîam û mirinên bi awayekî guman heye'

Serhat Guvenç a anî ziman li bajar du an jî sê rojan carekê nûçeya qetliamek jinan an jî mirina bi awayekî guman ya jinan digrin, diyar kir ku gelek faktorên civakî û aborî dibin sedema van qetlîaman. Serhat Guvenç bi van gotinên xwe re pişt perdeya mirinên tên jiyîn kurte kir: “Di destpêka van sedeman de sedemên civakî û aborî, hesta desthilatdariyê ya mêr û hesta eşîrtiyê heye. Di serlêdanên ji me re tên de em van dibînin. Dîsa em rastî gelek bûyerên xapandinê tên. Rewşên ku mêr ji yek zêdetir jinan re têkilî datîne tê jiyîn û jina ku vê yekê qebûl nake û bertek nîşan dide bi gelemperî rastî tundiyê tê yan jî wisa lê dikin ku dawî li jiyana xwe bînin.”

‘Rojê sê jin serî li komeleyê didin'

Serhat Guvenç, da zanîn di pêvajoya tê jiyîn de, ji jinên ku serî li van didin re hem ji aliyê hiqûqî, hem manewî û hem jî aborî ve piştgirî didin û wiha got: “Ger em bibêjin em weke komele nikarin bigihijîn bûyerên tên jiyîn, zêderoyî nabin. Pêvajoyek bê hempa ya serîlêdanê heye. Em di serlêdanên tên de carna bêbiryar dibin ka kîjan ewilî bigrin. Rojane sê jin serî li komeleya me didin. Ji sedî 90’ê jinên ku ev 2 meh dawî hatine komeleyê û serlêdan kirine bi daxwaza hevberdanê tên. Jinên ku daxwazin bi awayekî vê zilmê qebûl nekin, dixwazin hevberdin.”

'Nêzîkatiya civakê cesaretê dide kiryaran'

Serhat Guvenç da zanîn ku li dijî qetlîamên tên jiyîn di lêgerîna çareseriyê de ne û li ser vê yekê bi jinan re nîqaşan dimeşînin, bal kişand ser zêdebûna mirinên bi awayekî guman û wiha axivî: "Wek me got, ji bilî qetlîaman em gelek caran rastî mirinên bi guman jî tên. Di mehên borî de mirina bi awayekî guman a dayikek ducanî ya xwedî dû zarokan, me pir ji kûr hejand. Dema ku me ev mirin lêkolîn kir, malbatê ji me re got ku tu sedem nîne. Gotinên klasîk ên 'Derûniya wê xirab bû’ belav bû. Nêzîkatiya civakê ya ji vê mijarê re jî pir bi pirsgirek e, mixabin li bajarê me civakeke ku mêrê  hevjîna xwe qetildike, dê here taziyayê wê û sersaxiyê bixwaze heye. Ev jî cesaretê dide wan. Em hinek jî têkoşina vê didin."

Di 10 mehên dawî de mirinên bi guman ya jinan ya li Wan û navçeyên wê hatine jiyîn wiha ye:

* Zeynep Şengûler li navçeya navenda Îpekyolu ya Wanê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Weysî Şenguler ê ku pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin.

* Jina bi navê Neslîhan Arvas li Taxa Alîpaşa ya girêdayî navçeya Îpekyolu ya Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku Neslîhan dema ji mala xwe ya li qata 4’emîn cam paqij dikir ketiye xwarê.

* Dilay Yîgît a li Taxa Alî Paşa ya girêdayî navçeya Tûşba ya Wanê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

* Jina bi navê Rukiye Gokay li navçeya Îpekyolu ya Wanê bi awayekî guman jiyana ji dest dayî hate dîtin.

* Jineke 60 salî li navçeya Îpekyolu ya Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin.

* Li navçeya Ozalp a Wanê li taxa Turgaliya Jor jinek bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.

* A.G. li navçeya Îpekyolu ya Wanê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

* Xwendekara dersxanê Cansu Bîldîn a 19 salî ku li navçeya Erdîşa Wanê dijî, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

* Oznur Aslan a 19 salî li Taxa Axçanîs ya navçeya Payîzava ya Wanê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

* Jina bi navê Ordek Barkîn a 63 salî, li Navçeya Îpekyolu ya Wanê bi awayekî guman ket hundirê tenûrê.

* Perîşan Kuran a 32 salî li navçeya Îpekyolu ya Wanê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Perîşan beriya niha ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicandibû re rastî tundiyê hatiye.

* Jina binavê Ş.Ç ya 55 salî, li navçeya Bêgir bi awayekî guman jiyana ji dest da.

* Hat îdiakirin ku Hulya Avci ya 25 salî li Taxa Paga Exnê ya girêdayî Navçeya Payîzava ya Wanê bi çekê dawî li jiyana xwe aniye.

* Jina ciwan a bi navê Funda Matur a 20 salî, li Taxa Çakirbeyê ya navçeya Erdîşê ya Wanê, bi awayekî çekê jiyana xwe ji dest daye hat dîtin.

* Rojên borî dayika 5 zarokan Suna M. a 40 salî, li navçeya Muskî ya Wanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên piştî agahiya xizmên wê hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Suna jiyana xwe ji dest daye.