Li Wanê 21 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat vebirin de ji 55 kesên ku di 13’ê Gulanê de hatibûn binçavkirin 21 kes hatin girtin û 34 kes jî bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Kar û barên îfadeya 55 kesên li Wanê bi hinceta tevli çalakiyên protestokirina nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bûne di 13’ê Gulanê de hatibûn binçavkirin, bi dawî bû.

Ji 55 kesên bi îdiaya “li hemberî polîsan derketine” , “endamtiya rêxistinê” û “zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn binçavkirin 21 kes bi heman sûcdariyan hatin girtin, 34 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li aliyê din ji 27 kesên di 2-3’ê Nîsanê de di berxwedana Wanê de hatibûn binçavkirin û girtin 20 kes duh bi şev bi biryara navberê ya dadgehê hatin berdan. Bi îtîrazên beriya niha hatibûn kirin jî 7 kes hatibûn berdan.