Li Tûnisê xwedîderketina jinan a li axê hat nîqaşkirin
Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê li ser mijara girêdana jinan a bi axê re komcivînek lidarxist ku jinan têde xebatên xwe nirxandin.
NEZÎHA BOSAÎDÎ
Tûnis - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê bi dirûşma “Gihandin û xwedîderketina jinan a li axê, pêngavek ber bi pêkanîna edalet û wekheviya civakî ve ye" komcivînek hat lidarxist. Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zûglamî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Naîla Zûglamî diyar kir ku armanca komcivîna wan ronîkirina mijara ku demeke dirêje li ser nîqaş tê kirin ewe di rewşa heyî de mafên aborî û civakî yên sereke de zêdetir cîh dayîna nêrîna jinê. Naîla Zûglamî anî ziman ku komele piştgiriya xwediyên van mafan dike û ev yek bi piştgirîkirina mexdûran re pêk anî û ji bo piştgiriyê serî li rayedaran da û wiha dom kir: “Lêkolînên qada zanistî yên têkildarî rastiya jinên di beşa çandiniyê de dixebitin bidest dixe. Heta niha xizmetên wekî guhdarîkirin, rênimayiyên hiqûqî, piştgiriya derûnî, organîzekirina semînerên zanistî û kampanyayên parêzvaniyê ji bo guhertina rastiya jinê ya aborî, civakî û çandî hatine pêşkêş kirin.”
“Qeyîrana aborî binpêkirinên mafê jinan du qat kiriye”
Naîla Zûglamî bal kişand ser wê yekê ku komele piştrast dike ku binpêkirina mafên jinan ji ber qeyîrana aborî du qat zêde bûye û wiha dom kir: “Bi paşvekişîna hikûmetê ji rola xwe ya civakî di warên tenduristî, perwerde û kar de diyar bû. Di heman demê de, hikûmetên li pey hev jî heman bijarteyên aborî û civakî yên ku bacên xwe didan pejirand. Hîn jî ji aliyê komên herî mexdûr ên civaka Tûnisê ve, bi taybetî jî jin, weke xeleka herî qels tê dîtin.”
“Piraniya xebatên çandiniya welat li ser milê jina ne”
Naîla Zûglamî li ser dijwariya gihandina jinan ji bo xwedîkirina axê kir û wiha berdewam kir: “Tevî wê yekê ku beşa çandiniyê di serî de li ser hêza kar a jin hatiye avakirin. Ji ber ku nêzîkî nîv milyon jin dihewîne, ango bi texmînî ji sedî 43 ji jinên çalak li deverên gundewar dijîn. Ji wan ji sedî 32,5 jin in ku di çarçoveya nefermî de di beşên çandiniyê û cotkariyên mezin de mûçe werdigirin, lê jin ji mafên xwe yên erdê, bê par in hetabe ya ku ji aliyê qanûna rewşa kesane ve hatine pejirandin di mijara mîratê de.
Naîla Zûglamî di dawiya axaftina xwe de şekere kir ku ev komcivîn weke derfetek ji bo ronîkirina girîngiya derxistina qanûnek ku wekheviya mîrasê nas dike û wiha dom kir: “Wekî xalek têketinê ji bo bidestxistina gihandina jinan a xwedîtiya axê û sûdwergirtina wekhev a dewlemendiyê. Ji ber ku tê dîtin ku ji sedî 85 girêbestên milkê li gundan aîdî mêran e, û ew ê bibe derfetek ji bo pêşkêşkirina şahidiyên zindî ku tê de jinên gundî dê êşên xwe yên rojane û neçariya karanîna veguhestina ne ewle eşkere bikin.”
Endama Komeleyê Sûad Mehmûd jî got ku jin bi rêjeyek girîng di karê çandiniyê de cih digirin, ji ber ew ên ku zeytûnan berhev dikin, lê di asta milkiyeta axê de rêjeyek kêm heye, ji ber zehmetiyê bidestxistina mîrasê. Sûad Mehmûd her wiha bi bîr xist ku şerê niha şerekî aborî ye û divê jin bi pêwîstiya kombûna di çarçoveya kooperatîfên çandiniyê yên jinan de zanibin da ku karibin zêdetir berhem berhev bikin û bi vî awayî serxwebûna aborî bi dest bixin.