Li Tûnisê nîqaşên ser plana guherîna avhewayê

Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kar û Pîran Amal Belhaj Mûsa got ku cîhan encamên bandora guherîna avhewayê dijî û ew yek ji dubendiyên navdewletî ye, rasterast bandorê li ser pêşveçûnê dike. Her wiha bal kişand ku Tûnis jî ji vê rastiyê ne dûr e.

Tûnis- Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Mûsa, li navenda wezaretê civîneke xebatê li ser plana neteweyî ya ji bo cinsiyet û guherîna avhewayê bi hejmarek rêxistin û komeleyên çalak di warê jîngeh û pêşketina domdar de li ser astên neteweyî li dar xist. Roja 27’ê Sibatê, Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kar û Pîran Amal Belhaj Mûsa got ku cîhan li ser bandora guherîna avhewayê dijî û ew yek ji dubendiyên navdewletî ye ku rasterast bandorê li ser pêşveçûnê dike. Her wiha bal kişand ku Tûnis ji vê rastiyê ne dûr e, ji ber ku welat ketiye nava gelek peymanên têkildar ji ber bawer dike guherîna avhewayê ne tenê karek jîngehê ye lê belê diyardeyek e ku bandorên xwe yên civakî li ser hemû kesan dike, nemaze yên ku di rewşên civakî yên xirab de dijîn.
Amal Belhaj Mûsa teqez li ser pêwîstiya hevgirtina aliyên civakî û nêzîkatiya civaknasî  kir ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û bi awayekî stratejîk bi bandorên wê re mijûl bibe, ji ber ku bandorên vê diyardeyê li ser zayenda civakî hene, nemaze ku komên herî xeternak jin in.
Bandora guherîna avhewayê li ser hemû jiyanê çêdibe
Dr. Amal Belhaj Mûsa da zanîn ku wezaretê bi hevkariya Wezareta Jîngehê, xalên bingehîn û  rêwerzên bingehîn ên plana niştimanî ya cinsiyet û guherîna avhewayê nîqaş kiriye. Da zanîn ku bi beşdariya hejmarek ji pisporên wê deverê û çarçoveyên pispor ên her du wezaretan nîqaşên xwe bi dawî kirine.
Nûnerên sazî û komeleyan di destwerdanên xwe yên di vê civînê de, girîngî dan pîvana beşdariyê ya ku ji aliyê wezaretê ve ji bo amadekirina vê plana niştimanî hatiye pesendkirin û diyar kirin ku ew bi girêdana pîvana civakî û guherînên avhewayê ve girêdayî ye. Her wiha hat gotin ku girîngiya vê yekê di şopandina encamên wan de li ser jinên gundî heye ji ber ku ew yek ji komên herî di xeterê de ne û ji van guhertinan bi bandor dibin û banga xurtkirina hevkariya bi hêzên civaka sivîl re hat kirin ji bo cîbicîkirina vê plane.