Li Tûnisê nîqaşên li ser piştevaniya malbatan
Wezîra Jin, Malbat, Zarok, Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Moussa bi Seroka Rêxistina Malbatê ya Cîhanê Daisy Noelle Costra re li ser xebatên hevbeş ên têkildarî piştevaniya malbatan axivîn.
Tûnis -Wezîra Jin, Malbat , Zarok, Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Moussa bi Seroka Rêxistina Malbatê ya Cîhanê Daisy Noelle Costra ji bo rêyên berfirehkirin hevkariya di navbera wezaret û rêxistinê di xizmeta malbatê de hevseng bikin û parastina wê ji her cure lawaziyê kêm bikin.
Amal Belhaj Moussa got: "Pêşxistina malbatê yek ji girîngtirîn karên dewleta Tûnisê ye, ji ber girîngiya saziya malbatê ku hîmên bingeha civakê ye, ji lewra divê em bi giringî li ser rawestin.”
Seroka Rêxistina Malbatê ya Cîhanî Daisy Noelle Costra jî got: "Ji ber ku îro li çar aliyê cîhanê gelek malbat di bin tehdîda xizanî û zahmetiyên mezin de ne, pêwîste ku di asta navneteweyî de li ser sekinandinek bê çêkirin."