Li Tûnisê mafê jinan bi xetereyan re rû bi rû ye: Têkoşîn dê bidome
Li Tunisê, rêxistinên jinan li dijî destpêşxeriyên qanûnî yên paşverû çalakiyan li dar dixin û dibêjin, "Mafên me xeta me ya sor e. Em ê li dijî kesên ku daxwazên me yên wekheviyê paşguh dikin derkevin kolanan."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Li Tûnisê destkeftiyên jinan, bi hêz qezençkirina tevgerên muhafazakar ve roj bi roj zêdetir dikeve di bin gefan de. Ev tevgeran, hewil didin mafên dîrokî yên jinan ên mîna wekheviya di zecaw û hevberdanê de qels bike. Kampanyayê medyaya civakî û hin bernameyên siyasî, banga guherînên paşverû dikin.
Bi sernavê “Rewşa Wekheviyê: Destkeftî, Zehmetî û Gefan” îro ji aliyê Eniya Wekhevî û Mafên Jinan ve panelek hat lidarxistin. Panel bi dirûşma "Em Wekheviya Tam û Rast Dixwazin, Ne Dirûşmeyên Vala û Sozên Xeyalî" hat lidarxistin. Di panelê de hate destnîşan kirin ku rûxmê hemû gef û astengiyan jî têkoşîna mafên jinan didome. Beşdarvanan, diyar kirin ku zextên li dijî xebatên komele û rêxistinên civaka sivîl zêdetir bûne û fikarên xwe yên li dijî van êrîşên li ser destkeftiyên jinan anîn ziman.
Parêzvanên mafên jinan, diyar kirin li dijî guherînên qanûnî yên armanc dikin jinan vegerin rolên kevneşopî derdikevin û destnîşan kirin ku divê jin zêdetir di qada giştî de cihbigrin, lê nûnertiya jinan a di meclîsê de roj bi roj kêmtir dibe û di jiyana civakî de tên vederkirin.
Dengên parêzvanên mafên jinan
Jinên Tunisê, destnîşan kirin ku xwedî ji destkeftiyên xwe yên ji salên 1920’an ve bi têkoşînê bidestxistinê derdikevin. Seroka Komeleya Jinen Demokrat a Tunisê Reca El-Dahmanî, da zanîn 69’emîn salvegera Zagona Hiqûqa Malbatê, nîşaneya têkoşinên dirêj ên ji bo mafên jinan hatiye dayîn e û diyar kir ku ev zagonan, bi sererastkitinên şoreşgerî yên mîna zagona kurtajê re, gavên girîng ên ji bo mafên jinan hatine qezençkirin e. Reca El-Dahmanî, destnîşan kir ku mafên jinan li kolan, medya dîjîtal û li meclîsê bi projeyên newekheviyê re rastî gefan tê.
‘Dixwazin rûmeta jinan binpê bikin’
Parêzvanên mafên jinan, diyar kirin ku têkoşîna jinan a ji bo edaleta aborî û civakî wê bidome û wiha gotin: “Em neçarin li dijî hemû êrîşên li ser wekhevî û destkeftiyên me denge xwe bilind bikin. Yekane armanca wan êrîşan ew e ku jinan bi xizaniyê re rû bi rû bihêlin û rûmeta jinan binpêbikin.” Her wiha jinan, destnîşan kirin ku divê jin di jiyana giştî û mekanîzmayên biryargirtinê de hîn zêdetir cihbigrin û divê ji bo pêkanîna van daxwaza bi hikûmet û meclîsê re hin zêdetir diyalog bên danîn.
Berxwedanek bênavber a ji bo mafên jinan
Lêkolînera civaknasî û parêzvana mafên jinan Najet Ararî, da zanîn destkeftiyên jinan di bin gefê de ne û da zanîn gotinên nefretê û gotinên dijî-wekheviyê yên li dijî jinan roj bir roj zêdetir dibe û wiha axivî: “Ev gotinan armanc dike ku jinan vegerînin rolên wan ên kevneşopî Armanca van gotinan ew e ku jinan vegerînin rolên wan ên kevneşopî û jinan ji jiyana civakî veder bike.”
‘Têkoşîna jinan didome’
Her wiha Najet Ararî, destnîşan kir ku bûdçeyên giştî yên ji bo jinan hatine veqetandin netêrkêr e û ev jî dibe sedem ku jin di têkoşîna li dijî xizanî û tundî de zehmetiyan bikşînin û got: “Têkoşîna jinan a ji bo maf û wekheviyê didome û civaka sivîl jî perçeyek ya vê têkoşînê ye.”
‘Divê tevgerên jinan tucaran dev ji mafên hatine bidestxistinê bernede’
Seroka berê ya Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê Nayla El- Zuglamî jî, diyar kir 13’ê Tebaxê her sal roja bibîranînê ye û ji bo bibîrxistina zehmetiyên jinên Tunisê, parêzvanên mafên jinan ên li girtîgehê, jinên karker ên gundewar û karkerên çandiniyê, derfetek mezin pêşkêş dike. Nayla El- Zuglamî, destnîşan kir divê tevgera jinan tucaran dev ji mafên hatine bidestxistinê bernedin û got ku pêdivî heye ku jin bên teşwîq kirin ku beşdarî jiyana siyasî bibin û pergalek siyasî ku jin zêdetir beşdar bibin, bê avakirin.
Zêdebûna zextên li dijî jinan û têkoşîna jinan
Parêzvana mafên jinan û endama Komeleya Taqa'atê Cenîn El-Tellîllî, da zanîn jinan di aliyê destkeftiyên xwe de paşketinek dijîn û vederkirina bipergalî ya li dijî jinan zêde dibe. Cenîn El-Tellîllî, destnîşan kir ku bi taybetî girtina aktîvîstên jin ya ji ber fikrên xwe yên siyasî, dibe sedem ku jin hin kêmtir beşdarî jiyana giştî bibin.
Tê diyar kirin ku nûnertiya jinan a di meclîsê de ji sedî 21 daketiye ji sedî 15.6 û ev kêmbûn wek nîşaneya dûrxistina jinan ji siyasetê tê şîrovekirin. Ev rewş, nîşan dide ku nêrîna civakê ya li dijî jinan û mafên jinan her ku diçe paşdikeve.