‘Li Tunisê li dijî komele û aktîvîstan 88 binpêkirin hatiye tomarkirin’

Komeleya Întersection ji bo Maf û Azadiyan raporek li ser muameleya li dijî komeleyên Tunisî weşand. Raporê de tê gotin ku di du salên dawî de zextên darazî, îdarî û darayî yên li ser rêxistinên civaka sivîl ên li Tunisê zêde bûne.

Tunis Komeleya "Ji bo Maf û Azadiyan", têkildarî mafên mirovan de raporek weşand. Di raporê de hate diyar kirin ku zextên li ser civaka sivîl a Tunisê, bi rêya darizandinên darazî, sînordarkirinên îdarî, zextên darayî û propagandayê yên li dijî komeleyên serbixwe û parêzvanên mafên mirovan zêde bûne.

Di raporê de tê diyar kirin ku ji Gulana sala 2024’an û Gulana 2026’an ve lêkolîn hatiye kirin. Di encamê vê lêkolînê de li dijî komele û aktîvîstên civaka sivîl 88 binpêkirin hatiye tomarkirin. Di nava van de li dijî komeleyan 47 dozên sînordarkirin û astengkirinê û li dijî aktîvîst û rêvebirên van rêxistinan jî 41 dozên darazî cihdigre. Her wiha 8 bûyerên girtin û sewqkirina girtîgehê, 33 pêvajoyên darizandina serbest û der barê aktîvîstan de biryara 7 mehkûmkirinên pileya yekem hat tomarkirin.

Du komele bi pêvajoyên qanûnî yên fesihkirinê re rû bi rû ye

Li gorî raporê, 22 komele bi rawestandina xebatên xwe re rû bi rû ma. Du komeleyên bi navê "Menamatî" û "El-Hatt" jî bi pêvajoyên qanûnî yên fesihkirinê re rû bi rû ne. Di raporê de hate destnîşan kirin ku rêvebera komeleya "Menamatî" Saadîa Mesbah, piştî girtina xwe di sala 2024’an de mehkûmê 8 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin û hate diyar kirin ku rapora pisporan der barê wê de binpêkirina darayî piştrast nekiriye.

Komeleya "Ji bo Maf û Azadiyan", tekez kir ku ev pêkanîn parçeyek a pêvajoyekî rêxistinkirî ku armanc dike xebatên civaka sivîl sînordar bike ye û ev yek bi çar aliyan tê meşandin; li dijî aktîvîstan bikaranîna qanûnên dijî terorê, zexta îdarî, sînordarkirinên darayî û afirandina atmosferek siyasî ya li dijî komeleyên serbixwe.

‘’Binpêkirinên li dijî civaka sivîl bandor li xebatan jî dike

Rêxistina mafên mirovan, da zanîn ev zextan ne tenê komeleyan hedef digre, bandor li xizmetên ku ji kesên rastî tundiyê hatine, zarokên koçber û penaber re tên pêşkêşkirin û çavdêriya serbixwe ya pêvajoyên hilbijartinê jî dike.

Banga mîsogerkirina azadiya xebatê ya ji bo komeleyên serbixwe

Komeleya "Ji bo Maf û Azadiyan", balkişand li ser berpirsyariyên Tunisê ya di qada azadiya rêxistinbûnê de û banga berdana kesên ku ji ber xebatên sivîl hatine girtin, bidawîanîna bikaranîna qanûnên ewlehiyê ya li dijî civaka sivîl, bidawîanîna zextên îdarî û darayî û mîsogerkirina azadiya xebatê ya ji bo komeleyên serbixwe kir.