Li Tûnisê konferansa rojnamevaniyê hat lidarxistin
Rêxistina Nûçegihanên Mafên Mirovan konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û tê de rapora xwe ya salane pêşkêş kir.
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Di 22'ê Adarê de Rêxistina Nûçegihanên Mafên Mirovan konferanseke rojnamevanî li dar xist, tê de rapora xwe ya salane li ser çavdêrîkirina medyaya Tûnisê û şopandina pirsgirêkên jin û zarokan û awayê danûstandina rojnamevanan bi wan re pêşkêş kir. Rapor beşek ji projeya "Cîhana Kanadayê: Dengek ji bo Jin û zarakên keç" e, projeyek pêşketina medyayê ye ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ve tê fînansekirin. Armanca wê pêşxistina sektora medyayê û xurtkirina hevkariyên di navbera hevalbendên sereke de ye, bi armanca pêşxistina mafên jin û zarokên keç bi riya pêşxistina medyayê.
"Ji sedî 60 dezgehên medyayê bi pirsgirêkên jinan û zarokên keç re mijûl nabin"
Nezha Mihemed diyar kir ku ew li ser mijarên jin û zarokên keç di medyayê de dixebitin ji bo ku di nûçeyên rojnameyan de bi awayekî adil were şopandin, da ku alîkariya pêşvebirina jinan û wekheviya wan bikin. Bi xebateke cidî û baş girtina van mijaran, nemaze di rewşên şîdetê de û wiha pê de çû: "Me çavdêriya hemû medyaya dengî, dîtbarî û dîjîtal kir û me dît ku ji sedî 60’ê medyayê bi awayekî adilane bi pirsgirêkên jinan û zarokên keç re mijûl nabin. Yekane rê perwerdekirina rojnamevanan e, bi riya rojnameyên ku rêzê ji mafên jin û zarokên keç re digrin. Di bernameyên pêşerojê de sê proje hene, Projeya Azadiya Rahihandinê ya ku bi Wezareta Jinê û gelek saziyên dewletê re hevkariyê dike, Projeya Perwerdeya Civaka Sivîl û Projeya Covîd e."
"Bernameyên ku bi pirsgirêkên jin û zarokên keç re mijûl dibin tune ne"
Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmarek ji dezgehên ragihandinê, bi taybetî yên dîtbarî, nûçeyên li ser malperên xwe bêyî weşana xwe diweşînin, dibe ku ev yek ji ber nebûna şiyan û nebûna bernameyên taybet ên ku bi pirsgirêkên jinan û zarokên keç re mijûl dibin be. Her wiha raporê bal kişand ser nehevsengiya bilindkirina kêşeyên jin û zarokên keç di kenalên taybet de û her wiha di sektora giştî de, ji ber ku ew bernameyên bi modayê diweşîne lê tu bername bi pirsgirêkên jinan û zarokên keç re mijûl dibin tune ne.
"Baştirîn navgîna ragihandinê radyo ye"
Rêxistinê da zanîn ku baştirîn navgîna ragihandinê ji bo şopandina kêşeyên jin û zarokên keç radyo ye ku tê de bi awayekî rast bi kêşeyan ve mijûl dibe û şopandin bi amadebûna pisporan û nûçe û doz bi hemû cidiyet û duristî tên pêşkêşkirin.
Rojnamevana di radyoya Muzayîk FM de Lînda El-Rehalî û rojnamevana di radyoya AFM de Zeyneb El-Malikî wek baştirîn weşanger hatin hilbijartin û kaxezê kesk girtin. Her wiha rojnamevan Nûfil El-Wertanî û rojnamevan Emîn Qara di nav rojnamevanên ku bi pirsgirêkên jin û zarokên keç re mijûl bûne de hatin dîtin û kaxezê sor dan wan.